Ji KCK’ê peyama sersalê: Sala nû wê bibe hilweşîna faşîzma AKP’ê

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyama sersalê de diyar kir têkoşîna sala 2018’an wê dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bîne.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyamê de got, ‘’Em sersalê li hemû gelan pîroz dikin, em hêvî dikin ku sala 2018’an a ku wê têkoşîn lê geş bibe bibe sala azadî û demokrasiyê.’’

Peyama Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

2017 ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi rengê saleke têkoşîna mezin derbas bû. Gel ji Şerê Cîhanê yê 3’yan ê bi navenda Rojhilata Navîn ji bo ku vebijêrka azadiyê geştir bikin têkoşîneke mezin dane. Gelên Bakurê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê bi têkoşîna xwe ya mezin pêşengî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan re kirine. Dawiya salê rabûna ser piyan a gelê Başûrê Kurdistanê û gelên Îranê daxwaza jiyaneke azad û demokratîk a hemû gelên Rojhilata Navîn nîşan daye. Şoreşa demokratîk a ku di xeta Rêber Apo de li Kurdistanê pêş ketî, li hemû Rojhilata Navîn belav bûye. Têkoşînên şoreşger ên demokratîk ên  li ser paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêber Apo sala 2018’an jî bi rengekî xurt wê xwe nîşan bide û bibe hêviya gelan.

Hêzên despotîk, otorîter û navendîparêz ên Rojhilata Navîn her çendî êrîşê bi ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan de bibin wê ti encamê bi dest ve neyînin. Li Rojhilata Navîn dîrok û civak ji nû ve rabûye ser piyan. Li welatên weke Tirkiyê desthilatdariyên faşîst her çendî bixwazin têkoşîna azadiyê ya gelan biçewisînin jî ti encamê nasitînin. Her çendî niha Tirkiye bûbe navenda paşverûtî û despotîzma Rojhilata Navîn jî desthilatdariya AKP-MHP’ê serdema xwe ya herî qels dijî. Êdî ketiye rewşeke wiha ku dema çav li siha xwe dike rimekê dihilçine. Rexneyeke biçûk û tevgereke biçûk a gel faşîzma AKP-MHP’ê dihejijîne. Ev tirs û xof zexta faşîzmê zêdetir dike û dawiya wê nêzîktir dike.

WÊ DAWIYA DESTHILATDARIYA AKP’Ê WERE ANÎN

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê sala 2017’an têkoşîneke girîng dan. Gerîla bi berxwedaniya fedayî ya ku nîşan dayî êrîşên îmhayê pûç kiriye, dewleta Tirk ji hêla aborî, civakî û siyasî ve aniye ber rewşa hilweşandinê. Faşîzma AKP-MHP’ê vê hilweşandina xwe her çendî bixwaze bi geşkirina şovenîzmê asteng bike jî têkoşîna sala 2018’an şovenîzma geşkirî  wê bê karîger bike û dawiyê li desthilatdariya AKP’ê bîne.

Gelên Rojhilata Navîn êdî dixwazin rejîmên despotîk, otorîter û navendîparêz ji ser pişta xwe bikin. Li deverên wiha ku zextên herî giran lê hene jî rabûna ser piyan a gel nîşan dide ku temenê desthilatdariyên bi vî rengî kin bûye. Ti feydeya tirsa mirinê nîn e. Di serî de desthilatdaryia faşîst a li Tirkiyê AKP-MHP wê dawî li hemû desthilatdariyên otorîter ên navendî were.

2018 WÊ BIBE SALA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Gelên Rojhilata Navîn bi berdêlên ku dane jiyana azad û demokratîk têra xwe heq kirine. Şoreşa Rojava û Hêzên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê nîşan dane ku berdêl werin dayin di rêya avakirina jiyana azad û demokratîk de mewziyên girîng bi dest ve tên.

Rojhilata Navîn li ser navê azadî, demokrasî û civakîbûnê ketiye pêvajoyeke nû ya nivîsandina dîrokê. Bi vê çarçoweyê di serî de gelê Kurdistanê, em bang li hemû gelên herêmê dikin ku 2018’an bi hişmendiya neteweya demokratîk têkoşînê geş bikin, Rojhilata Navîn bikin cografyaya civakiya demokartîk, azad û jiyana demokratîk.