Ji KCK’ê ji bo Eynê Yildirim peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, sersaxî ji malbata Eynê Yildirim û gelê Kurd re xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, sersaxî ji malbata Eynê Yildirim û gelê Kurd re xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Eynê Yildirim daxuyaniyek da. KCK got ku, “Em awayekî xemgîn bi wefata Eynê Yildirim hesiyane ya ku xwişka Rêber Apo ye û dayîka şehîdan e. Em sersaxiyê ji Rêber Apo, malbata wê û gelê xwe re dixwazin.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Bêrikirina herî mezin a xwîşka me Eynê ya ku demeke dirêj li Ewropayê jiya û dema ku êşa wê lê giran bû li welat vegeriya û li xakên ku ji dayîk bû wefat kir, Rêber Apo bû. Salên xwe yên dawî yên jiyanê û mehên xwe bi bêrîkirina ku rojekê Rêber Apo bibîne derbas kir. Rêber Apo bipêşxistina xeta azadiya jinê çespandiye ku ew zarok û birayê herî rasteqîn e. Berpirsyariya xwe ya li dê û xwişk û birayên xwe bi layiqî pêk aniye. Dê û xwîşkên Rêber Apo jî şad û bextewar bûne ku xwedî kur û birayekî wiha ne.
Em jî weke Tevgera Azadiyê ya Kurd bi afirandina jiyana azad û demokratîk a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn a li ser xeta jina azad, em ê hewl bidin ku layiqî wan bin û bêrîkirina wan pêk bînin. Bila giyanê dayika me ya şehîd şad be.”