Ji KCK’ê ji bo Castro peyam
KCK’ê, ji bo pêşengê şoreşa Kûbayê Fîdel Castro yê ku jiyana xwe ji dest dabû, peyamek weşand.
KCK’ê, ji bo pêşengê şoreşa Kûbayê Fîdel Castro yê ku jiyana xwe ji dest dabû, peyamek weşand.
Di daxwuyaniya li ser navê Konseya Hevserokên Reveberiya KCK’ê de, hat diyarkirin ku wê rûhê şorêşger Castro û rêhevalên wî, di tekoşîna azadî û sosyalîzmê de bijî.
Daxwuyaniya KCK’ê wiha ye:
“ Ji ber şoreşgerê mezin Fîdel Castro jiyana xwe ji dest da, serê gelê Kûbayê, serê mirovên zanistî û serê hemû şoreşgeran sax be. Fîdel Castro yê ku her tim fikrên paqij û hesreta mirovatiyê heta roja xwe ya dawî zindî kir wê ti car neyê bîr kirin. Ji aliyê şoreşger û hemû mirovatiyê ve wê di tekoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê de bê jiyanîkirin. Tevgera Azadiya Kurd jî wê keda Fîdel Castro ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê ti carî bîr neke, dawxazên wî û yên gelê Kurd wê her tim di tekoşîna azadiyê ya gelê Rojhilata Navîn de bêjiyankirin.
Şoreşa Kûbayê ya bi pêşengiya Fîdel Castro û Che Guevera ve hate despêkirin , ji bo tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd jî her tim bû wek mînak. Rûhê wan ê şoreşger û daxwaza wan ya azadiyê, tekoşîna wan li dijî faşîzmê, serdestan û emperyalîstan ji bo pîvanê mîlîtantiya xeta PKK’ê jî bandora xwe kir. Her wiha rexmê ku welatekî biçûk bû jî tekoşîna wan a li dijî kapîtalîzmê ji bo Tevgera Azadiya Kurd dîsa bû mînak. Ti hêz û tişt nikare pêşiya daxwaza azadiyê û demokrasî bigire, Tevgera Azadiya Kurd jî bi pratîka xwe ve ev tişt eşkere kir. Dijmin çiqas mezin dibe bila bibe, astengî çiqas mezin dibe bila bibe bi tekoşînê ve gelek destkeftiyê mezin hatin destxistin.
Fîdel Castro û gelê Kûbayê Ji bo dîroka azadiya mirovatiyê bandorek mezên çêkirine. Dema kû emperyalîzm û faşîzmê bandorek mezin li ser cîvakê çêkiribû, berxwedan û tekoşîna gelê Kûbayê ji bo tekoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelek gelan re bû hêz.Di serî de di demê nêzîk de dewletê zext û mêtîngerî zêde kir, ruhê azadiyê ya gelên Amarîkayê rakirin ser lingan, li vê qiteya ku têkoşîna azadî û demokrasiyê kêm nebûyî, bûye erdnîgariyekî têkoşîna şoreşgeran.
Piştî Amarîkaya Başûr û şûn de erdînîgariya herî bi bandor Rojhilata Navîne. Di pêşketina tevgerên şoreşger ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de rol lîstine. Milîtanên Fîdel Castro û Che Guevera û şoreşa Kûba bi taybet ji bo gelên di bin zextan de bûye çavkaniya moral û ceseretê. Beşdarbûna Enternasyonalîst a Tevgera Azadiyê ya Hakî Karer û Kemal Pîr, bandora ruhê enternasyonalîst a şoreşa Kûbayê ye. Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ti tevger û kesayetên ku di pêşketina têkoşîna azadiyê de bi bandor bûne heta vê rojê ji bîr nekirine, bê wefatî nekirine heman nêzîkatî ji bo Fîdel Castro û şoreşa Kûba jî diyar kir û wê şoreş û nirxên dayî avakirin wê di şervanên azadiyê û şoreşê de bidin jiyîn.
Wê ruhê şoreşa Feîdel Castro û hevalên wî di têkoşîna sosyalîzim, azadî û hemû demokrasiya mirovatiyê de bijî, wê hemû mirovatî bi teqez rojekê bigihijin wê hesreta ku li bendê ne di cîhanê de jiyan bikin.”