Ji înşaetê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Argeş Botan

Argeş Botan ku piştî karkeriya li înşaetê tevlî berxwedana li çiyayên Kurdistanê bû di sala 2017'an de tevlî karwanê nemiran bû. Botan digot, "Zarok, dayik, dar û şaxên Kurdistanê xwînê naxwazin, ew Rêberê xwe dixwazin."

Argeş Botan di 8'ê Îlona 2017'an de li herêma navbera gundên Koçera û Nîvya yên navçeya Basa ya Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê nemiran bû.

Di mehên herî bedew ên sala 2015'an de me li kolanên destana berxwedanê li sûran nivîsîn hev dîtin. Bi samîmiyeta xwe bala her kesî dikişand ser xwe. Bi kenê xwe mirovên li pêşberî xwe aram dikir. Ji înşaetên Sêrtê hatibû. Dema ku ber bi berxwedanê ve beziya welê bi eşqa welat ve bû ku ji bîr kiribû çîmentoya li destê xwe paqij bike; digot, "Ciwanên Kurdistanê hatin" û tevlî berxwedanê bû. Piştî demeke kurt min ew li bajarê jinê û berxwedanê li taxa Alîka ya Nisêbînê dît. Tiştek ji rûyê wî kêm nebûbû. Min ew li gel yek ji rûyên herî bedew ên berxwedana Nisêbînê Bîlal Erdogan (Botan Şoreş) dîtibû. Dema min xwest pê re hevpeyvînê bikim got, "Ez bi te re hevpeyvînê nakim, lê ez dikarim te bibim çalakiyekê." Nedibû ku ev firsend ji dest bê revandin. Argeş girêdana xwe ya bi Botanê venedişart. Kamera di destê min de bi heyranî li Botan dinerîm ku bîsvîng pê re bû.

Dema ku wesayita zirxî kete nava kolanê Botan û Argeş ên li pişt bendê dest bi qîrîna dirûşman kirin. Dema ku wesayita zirxî (Akrep) teqiya kamera min jî kete xwarê. Argeş di wê kêliyê de pirsî, "te dîmen kişand?" Tenê beşa ekranê ya kamerayê mabû. Em her sê li pişt bendê li ekrana kamerayê temaşe dikir, li dîmenê ku tê de temaşe dikir û me jê moral werdigirt.

PIŞTÎ BOTAN AMED...

Botan Amed ku pêşengî ji ciwanên leheng ên Kurdistanê re dikir, li berxwedana Nisêbînê tevlî karwanê nemiran bû. Argeş got, "Heval Botan gelekî dixwest biçe çiyê, xeyala wî pêk nehat." Wî jî berê xwe da warê lehengan, çiyayên Kurdistanê.

Argeş Botan (Mehmet Halîl Kiliç) ku di meha destpêkê ya sala 1995'an li Antakyayê ji dayik bû, navê apê xwe yê di salên 1990'î de li Sêrtê tevlî karwanê nemiran bû hilanî. Argeş ê li Antakyayê mezin bû piştî ku dibistana seretayî qedand ji bo debara malbata xwe bike karên cuda kir. Herî dawî li Sêrtê di karê înşaetê de xebitî. Di nûçeyan de berxwedana ciwanên Kurdistanê bihîst û berê xwe da Nisêbînê.

'JI BO RÊBERÊ ME...'

Piştî ku li Nisêbînê bi berxwedana xwe mezin bû berê xwe da Botanê. Dema ku çû Botanê hestên xwe bi vî rengî vedigot: "Ji bo azadiya Rêberê me dixwazim biçim. Ji ber ku gelê me dixwaze êdî bi Rêberê xwe bijî. Her roj zarok, dayik, dar, şax û kulîlkên Kurdistanê diqîrin û dibêjin ev xwîn êdî bese. Ji ber ku Rêberê me dîlgirtî ye ji bo bîranîna bi dehan hevrêyên xwe dixwazim biçim Bakurê Kurdistanê. Bîranîna şehîdan min li ser piyan dihêle. Her ku zehmetiyê dikişînim û diêşim hingî bîranînên hevalên şehîd tînim bîra xwe û xurt dibim. Xeyala wan çiyayên Kurdistanê bû û ez vê xeyalê pêk tînim. Niha jî ji nû ve diçim Bakur. Bi me re nebe jî divê Rêber Apo bi zarokên Kurdistanê re bi rengekî azad bijî."