Rêwîtiya bi dengê bilûrê

Bilûr li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî li Hewreman, li herêma Şahoyê amûreke nebe nabe. Awaza bilûra gerîla mirovan sermest dike.

Dengê bilûrê ku ji Hewreman bilind dibe, stresê ji nava mirovan dibe. Li çiyayên bi heybet ên Şaho, ev dengê bêhempa dilê mirovan xweş dike. Gerîla ji zarokên vî çiyayî ne. Em zanin ku gerîla ji bilindahiyê hez dike, ji lûtkeyê hez dike. Îca bilûr jî di dest de be, hingî bêhn û dengê çiya mirovan ber bi azadiyê ve dibe.

Bilûr yek ji amûrên herî kevn e. Awaza bilûrê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Hewreman, li Şahoyê awazeke nebe nabe.

Gerîla Argeş radihêje bilûra xwe û bi awazekî sermest, hevrêyên li dora êgir civiyane dixe nava rêwîtiyeke kûr û dûr. Rêwîstiyek li gel awaza bilûrê û bêhna çaya li ser êgir.

Kêliyek ji gerîla ya li dora êgir duh dane awaza bilûrê. Awazeke bedew ku mirovan mest dike. Piştî ku gerîla Argeş navber da bilûrê, gerîla Demhat ji hevrêyên xwe re çayê dagirt. Roj bi awaza bilûrê, bi agirê gerîla, bi çaya gerîla bi dawî bû.