'Ji her demê zêdetir hewceyî bi azadiyê heye'

Koordînasyona KJAR’ê: Ev helmet di serî de ji bo azadiya Rêber Apo ye û ji bo azadiya jinan û civakê ye.

Koordînasyona Komalgehê Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên rejîma Îranê yên li ser jinê têne kirin, her wiha têkilî pirsgirekên civaka Îranê û rojhilatê Kurdistanê bîr û boçinên xwe par ve kir,b geşedanên rojevêdene nirxand, li dijî vê behsa pêngavê KJAR’ê kir.

‘EM PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN’

KJAR di nirxandina xwe de balkişand ser tecrîda gÎrankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir jinên Rojhilatê Kurdistanê ew ê li dijî tecrîdê heta dawî têbikoşin. Her wiha KJAR’ê bal kişande ser êrîşên li dijî jinê û got armanca hemleyê ya herî mezin ew bû ku jinan li dijî vê sistema desthilatî biparêzin û êrîşan têk bibin.

KJAR wiha got: “Bê guman ev tekoşîn bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat û Rêber Apo, ji bo jiyanekê xwemalî jinê ava bike tekoşinekê bêhempa da. Berî her tiştî rêhevaltî bi jinê re kir û rêya jiyana azad vekir. Ji bo vê jî, îro li hemû cîhanê û li çarparçe Kurdistanê jin li derdora pêngava ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin kom bûye. Di serî de ji bo “tecrîda mutlaq bê rakirin erkê me ye ku em têbikoşin. Divê; ‘em pergala Îmraliyê hilweşinin û bi Rêbertî re azad bijîn’ sekn û slogana me ya sereke be. Jî bo vê jî em ji her demekê zêdetir bêjin “dem dema azadiyê ye.”

WÊ PDK TÊK BIÇE

KJAR’ê di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişande ser hevkariya PDK a li gel Tirkiyêye û got ku eger PDK di van helwestên xwede israr bike yê ku têk biçe wê PDK bi xwe be. KJAR’ê di vê derbarê de wiha got: “PDK li ser sînorên ku Kurdistan dabeşî çar perçeyan kirî wek ûrekê hatiye bicihkirin, li gel dewletên dagirker bûye yek, her tim li dijî tevgerên ku tekoşîna azadiya Kurdistanê didin şer kiriye. Eger mirov malbata Barzanî û dîroka PDK mêze bike ev bi rehetî tê dîtin. PDK ji bo ku hêzên Kurd tesfiye bike carinan bi Îranê re carinan bi Iraqê re lê piranî biTirkiyê re di nava hevkariyêkêde ye û dixwaze Kurdistanê bêstatû bihêle. Tenê li rojhilatê Kurdistanêde çend mînakên ku hatî jiyîn eger em bînin bîra xwe em ê vê rastiyê hîn eşkeretir bibînin. Mele Mustafa Barzanî dema ku Komara Kurdistan sala 1946’an hatî avakirin, rixmê ku berpirsiyartiya leşkerî girtibû ser xwe jî, lê dema ku rejîma Îranê bi ser komarê dehat, bê ku berxwedayînekê nîşan bide gel rûbirûyê qetlîamê anî û çû Rûsyayê. Li dijî PDK ya Îranê bi rejîma Îranê re hevkarî kir û yêk ji pêşengê PDK Îrane Silêman Mûinî qetil kir û cenazeyê wî ji rejîma Îranêre şand. Sala 1981’an êrîşê bire ser PDK Îranê, ku serokê wê Dr. Qasimlo bû û derbeyên giran li PDK Îranê da. Kurtasî ji roja ku hatî avakirin heta niha dijberiya tevahî Kurdan û rêxistinên Kurdan dike. Dema ku dewleta Tirk êrîşê dibe ser çar perçeyên Kurdistanê, li ser tevgera azadiya Kurdistanê, ew jî vê wek fersendekê dibîne û ji bo şereke nû xwe amade dike. Rixmê ku ji gelê Kurd hişyarî û bertek mezin jî dibin PDK li gorî xwestekên dewleta Tirk amadekariyên şer dike. Lê belê her Kurdek jî vê baş dizane ku eger bi PKK re bikeve nava şerekî de yê ku winda dike wê dîsa Kurd bin lê ji beriya her kesê jî yê ku winda bike wê PDK bixwebe. Wê demê jî di çavê gelê me de tu itibara ne vê malbatê ne jî vê partiyê namîne.

ELEQEYEKE MEZIN JI BO PÊNGAVÊ HEYE

KJAR’ê di berdewamiya nirxandinan da zanîn ku hemleya ku wan ragihandî ji aliyê gelê Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye pejirandin û ji bo hemleyê tevlîbûyîn çêbûye. KJAR’ê wiha domand; “Ji bo azadiya Rêber Apo pêngavekê ji milê KCK Û KJK ê ve hate destpêkirin. KJK ê “Li HemberÎ Qirkirina Jinan Dema Parastina Jin û Civaka Azad e.”da destpêkirin. Ev li çar parçeyên Kurdistanê bi çalakiyên bêhempa hate pêşwazikirin û her rêxistin di parçeyên xwe de ji hamleyek dane destpêkirin. Me Komelgeyê Jinên Rojhilatê Kurdistan KJAR ê di 26 Îlonê de helmeta bi navê “Li Dijî Sêdarê û Qirkirina Jinan Dema Parastina Jiyana Azad e” da destpêkirin. Ev hamle meheke xwe bi dawî kir û di serî de di nav jinan de û bi gîşti gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hate pejrandin û heta astekê tevlêbûn û eleqeyekê xurt jê re hate nişandan. Ev helmet di serî de ji bo azadiya Rêber Apo ye û ji bo azadîya hemû jinan û civakê ye. Ev giring bû ku ka çîqas jin her wiha bi giştî civak li der dora vê helmeta me kom dibe û di vê hêlê de daxwaziya xwe dide nişandan. Her ku diçe gelê me bi taybet jî jin li der dora vê helmetê kom dibin û dixebitin.”

SERHILDANÊN ABANMBAHÊ GEŞTIR BIKIN

KJAR di berdewamiya nirxandinanda bal kişande ser serhildanên Abanmahê û rewşa civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê û got, ‘’Êdî gel ji siyaseta rejîma Îranê bêzar bûye û her tim di nava xwepêşandanande ye.’’ Koordînasyona KJAR wiha domand: “Di serî de jin her wiha tevahiya gel ji vê siyaseta dewleta dagirker ya Îranê bêzar bûye, qebûl nake. Ji rewşa gel ya aborî em bigrin heta di siyasî, çandî, ewlehî û her wiha aliyê jiyanê yên din de di nav krîz û qeyrana de ye. Dîsa ew dewleta ku xwe Îslamî pênase dike, qaşo ji bo ehlaq û jiyana civakê qanûn diyar kirine, bi politikaya ku rojane dide meşandin, dihêle ku hemû cîwan û jin di wan kolanan de teşwiqê maddeyê hîşber dike, her ku diçe bikaranîna maddê hîşber zêde dibe, artêşa muhtadan ava dike. Ji bo vê jî di her derfetekê de gel bi pêşengiya jinên serhîldêr û berxwedêr li hemberî rejîmê dijîbûna xwe îlan dike. Her ku diçe dewlet bi sûcbarkirina ku li dijî welat in, li diji îslamiyetê ne îdam, qetilkirin , destgîrkirin, işkence, ser gel zext zêde dike”

KJAR’ê bi berdewamî li ser serhildanên Abanmahêde serhildêrên ku hatine qetilkirin bi bîr anî û got, “Em di Abanmahê de ne. Ango di meha mijdarê de ne. Li gorî teqwîma Îranê 28’ê Abanê, li gorî teqwîma mîladî 18’ê mijdarê ji ber bihabûna benzînê seranserê Îranê nerazîbûyînên gel çêbûn. Ew xwepêşandanê gel ku bi pêşengîya jinê çêbûn, hê di hafizaya me de teze ye û em dizanin ku dewleta dagirker çendî insan girtin, kirin zindana û qetil kirin. Em, ji bo vê wan serhildêrên bi awayeke hovane hatinî qetilkirin bi bîr tînin û ji malbata wanre sersaxi dixwazin. Bang li tevahî gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwedî li mîrasa wan derbikevin û li dijî pergala rejîmê bêdeng nemînin.

MÎRASA SARAYAN DIDOME

KJAR’ê bi berdewam behsa rewşa zindanan kir û got; “Jixwe siyaseta wan ya zindana jî tê zanîn. Bi taybet li ser girtiyên siyasi yên jin, di her alî de zext û fişar hene. Dewleta dagirker a Îranê di çend mehên dawî de her ku çû zextê xwe zêdetir kir. Bi taybet li ser jina Kurd tekoşer Zeyneb Celalîyan pêkaninên taybet dimeşine. Di nav çend mehên dawî de ev pênç zîndan in ku diguherînin. Em ji dizanin ku ev zextên li ser Zeynep Celaliyan û li ser girtiyê din wekê Nesrîn Stude û gelek jînên berxwedêr ji bo îrade û berxwedaniyê bişkênin û ji bo ku teslim bigrin tê meşandin. Her carekê bi sepandina ifadeya icbari (bi darê zorê dane axaftin) xwestin teslim bigrin. Berî çend rojan disa li zindanên Kirman birin Yezd. Dema veguhestinêde jî işkenceyên fîzîkî, derûnî li Zeynep Celaliyan hatiye kirin. Heta niha jî agahiyekê zelal jê nayê girtin ka rewşa wê çiye. Tê zanîn ku tenduristiya Zeynep Celaliyan jî êdî dest nade, di wan şert û mercan de her ku diçe girantir dibe. Rixmê hemû pêkaninan heta roja îro jî ev jinên serhildêr li ber xwe didin. Bê guman ev kevneşopîya tekoşina azadîya jinê ye, mirasa Sarayan, mirasa Şêrin Elemhuliyan e. Dîvê hêzên metinger û dagirker bizanin ku ev zindan êdî bûne warê tekoşîn û berxwedaniyê. Bila kes hêvî neke ku wê jinên berxwedêr ji wan û pergala wan re serî bitewînin. ”

SIYASETA REJÎMA ÎRANÊ JINAN QIR DIKE

KJAR’ê bi berdewamî bal kişande ser qetilkirina jinan, diyar kir êrîşên li ser jinê kêm nabin û wiha pê de çû: “Di nav cîvakê de çiqas fişar zêde dibin, jiyana jin- dayikan jî ewqas zor û zehmet dibe. Li ser jin û zarokan bi siyaseta dide meşandin her roj tecawuz û fuhuşê pêş dixe, pêşî lê vedike. Ji bo vê jî, em dibînin ku di jîyana hemû jinan de xwekujî zêdetir dibe. Her wiha di qetlên jin zêde dibin. Di meha derbasbûyî de di Rojhilatê Kurdistanê de 37 jin hatine kûştin. Yanî tê wateya ku niha 37 qatil destê xwe dihêjînin û di nav civakêde digerin. Dema em salê dest bigrin wê demê bi sedan jîn – jiyan tên qetilkirin. Û bi sedan kujer, qatil di bin parastina dewletê de destê xwe dihêjînin digerin û dijîn.’’ KJAR’ê di derbarê zewaca temenê biçûkde jî got ku li gorî amarên fermî ên ku hatibûn eşkerekirin, salane di Îranêde 30 hezar zarokên keç en ku temenên wan jêr kêmî 14’an e têne zewicandin. Li Îran û rojhilatê Kurdistanê ev yek roj bi roj zêde dibin. Sedemên vê jî hem polîtîkayên rejîmên desthilat hem jî polîtîkayên birçîhiştina gel yên rejîma Îranê ve girêdayî ye. ‘’ KJAR’ê got ku ev siyaset dibe sersebebê binçalkirinazarokên keç. Pêwîst e li dijî van kiryaran di serî de dayîk û bav û hemû civak hişyar tevbigerin nebin hevkarê vê siyasetê.

GEL JI BIRÇÎBÛNÊ DIREVE

KJAR her wiha bal kişande lser polîtîkayên birçîhiştina rejîma Îranê û ji bo koçberkirina gel, bang kir ku teslîmî vê siyasetê nebin li dijî vê yêkê tekoşîn bikin. KJAR wiha pêde çû: “Ji ber polîtîkayên rejîmê heman demê ji ber aboriya îflaskirî a rejîmê sedî 70 xelkê Îrane û rojhilatêe Kurdistanê bi birçîbûyînêre rûbirûye. Xwarin û vexwarinên herî esasî ku mirovek bikaribe jiyana xwe rêve bibe di nava şeş mehan de sedî sed biha bû. Gelek insan li ser zibaleyan dijîn. Ji ber ku nikarin debara jiyana xwe bikin, nanê rojê peyda bikin berê xwe didin welatên derve. Gelek ji wan li ser van rêyan têne kuştin, dixeniqin. Şûna ku gel cih û warê xwe berde, pêwîste di cih û warê xwede bimînin û du tiştan esas bigirin. Yek vegerin ser gundê xwe, gundên xwe ji nû ve ava bikin û li ser xaka xwe bi berhemên xwemalî debara xwe bikin. Yê duyemîn jî li dijî vê rejîma desthilatdar, kujer ku pir bi zanebûn birçî dihêlin, têbikoşin, serî daneynin, da ku bikaribin bi rejîmê gavan bi paş ve bavêjin.’’

YEKÎTIYA JINAN WÊ REJÎMê BIGUHERÎNE

KJAR’ê di berdewamiya nirxandinanda got ev rewş hemû ji nebûna demokrasiyê tê û bal kişande ser pêngavê, bangavazî li tevahî jinên Îran û rojhilatê Kurdistanêde kir û got ku eger jin, civak xwe li derdora hemleyê bike yek wê guhertinên pir mezin pêk were. KJAR got, “Ev rewş dema bi giştî tê tehlîlkirin em dibinin ku hemû ji tunebûna demokrasiyê tê, ku qet tê de edalet û wekhevî nîne. Weke ku durîşmeye KJAR ê de hatiye diyarkirin ji bo hemû jinên Rojhîlatê Kurdistanê û Îranê, em dibêjin, ‘’Li dijî sêdarê û qirkirina jinan dema dema parastina jiyana azad e.’’

Wekê tevgera azadiya jin, wê demê em ê bikarin pêşî li qirkirina li ser jin û li ser civakê bigrin. Ji bo vê jî bi çarçoveya neteweya emokratîk jinên Kurd, Fars, Azer, Belluc, Erep, Gilekî, Mazenderî em bibin yek, li hemberê dagirkerî, desthilatdarî têbikoşin. Rola azadî û demokrasiyê bigrin ser milê xwe û pêşengî bikin. Em KJAR her daim dibêjin di serî de jin, ciwan, hemû gel dikare rolê xwe bileyize û rejîma dagirker bi tekoşîna xwe mecbûrê guhrandinê bike. Di vê pêvajoya helmetê de bi nasnameya xwe ya rêxistinkirî ya jina azad divê em xwedî li pêngava KJAR ê xwedî derbikevin.”