'Ji her demê bêhtir pêwîstî bi kongreya neteweyî heye'

Çavdêrên siyasî yên li bajarê Kerkûkê dibêjin: "Niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi kongreya netewî heye, ji ber wê divê em yek biryar û yek deng bin."

Çavdêrên siyasî li bajarê Kerkûkê diyar kirin ku divê di demek herî zû de kongreya netewî ya Kurd bê saz kirin û gotin: “Ji ber ku li herêmê guhertinên mezin pêk tên ji bo wê ji hemû deman zêdetir niha pêwîstî bi çêkirina Kongreya Netewî heye.”

Rojnameger û çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûkê Burhan Hacî Silêman têkildarî xebatên kongreya Netewî ya Kurd axivî û got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû cihan Kurd bi belave dijîn, ji bo yekrêzîkirina Kurdan niha Kongreya Netewî pêwîst e. Ji bo komkirina rewşa belave ya gelê Kurd, kongreya netewî lidar bixin û ji bo berjewendiyên Kurdistanê bimeşin.”

Hecî Silêman diyar kir ku ji bo kongreya netewî divê hemû partî bi xebatekî hevbeş ji bo Kurdînî û netewî bikin û got: “Eger ji bo kongreya netewî xebat bi niyetek baş û ji dil bê kirin wê serbikeve.”

‘JI BO HEBÛNA KURDAN A LI HERÊMÊ KONGREYA NETEWÎ ŞERT E’

Çavdêrê siyasî Mamosta Îskender diyar kir ku li herêmê guhertinên mezin pêk tê û diyar kir ku gelê Kurd jî di van guhertinan de bi role ji bo wê kongreya netewî şert e. Eger Kurd vê neke wê wê ti sûdek ji berbelavbûna wan a li herêm û Kurdistanê ti sûdekê nede.

‘YÊN NEYÊN KONGREYA NETEWÎ BERJEWENDIYÊN PARTIYAN LI SER YÊ KURDAN RE DIBÎNIN’

Îskender bal kişand ser aliyên neyên kongreya netewî û got: “Ew aliyên ku astengiyan ji pêkanîna kongreya netewî re çêdikin berjewendiyê wan li gel berjewendiyê dewletên dagirkeriyê heye. Berjewendiyên partiyan li ser berjewendiyên netewî ya Kurd ji xwe re hilbijartiye.

‘KONGREYA NETEWÎ YEK BIRYAR Û YEK RÊZIYA KURDAN E’

Mamoste Îskender destnîşan kir ku armanca Kurdan ji kongreya netewî ew e ku Kurd bibin yekrêz, yek biryar. Heta di warê siyasî de bibin xwedî yek hêz. Ev jî wê rêgiriyê li dijminê Kurdan bike ku nekare bi kêfa xwe li Kurdistanê êrîş û dagir bike.

‘GUHERTINÊN MEZIN PÊK TÊN, JI BO KURD JÎ BIBIN YEK BIRYAR Û YEK DENG KONGRE ŞERT E’

Nivîskar û çavdêrê siyasî Sitar Cebar jî diyar kir ku ji bo kongreya netewî divê bi hemû aliyan re nîqaş bênkirin û ji bo tevlîkirina kongreye bên razîkirin û got: “Kongreya netewî ne berjewendiyên partî berjewendiyên Kurdan e. Gelek girînge ku niha Kurd Kongreya Netewî saz bikin, ji ber ku li navçe û herêmê guhertinên mezin pêk tên. Ji bo Kurd jî bibin yek deng û yek biryar divê kongreya netewî pêk bîne. Ji hemû deman zêdetir ji bo li dijî dijmin û neyarên Kurd û guherînên li navçeyê çêdibin, niha pêwîstî bi pêkanîna Kongreya Netewî heye.”