Ji Helîkoptêrê avêtin, gotin, 'ji cihekî bilind ketiye'

Servet Turgut û Osman Çiban ku piştî hatin destgîrkirin rakirin serwîsa rewşa giran û êşkence li wan hatî kirin hê jî li nexweşxanê ne. Di rapora Turgut de hate gotin, ''Ji ber ku ji cihekî bilind ketiye anîne.''

Li Şaxê ya Wanê leşkerên Tirk Servet Turgut (55) û Osman Çiban (50) 11'ê Îlonê destgîr kirin, piştî bi 2 rojan diyar bû Turgut û Şîban li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê li serwîsa reşa giran hatine razandin. Malbat jî li ber nexwşexanê disekinin. 

Her wiha piştî rapora derbxwarinê ya Çiban ku hatibû gotin êşkence lê hatiye kirin, rapora derheqê Turgut jî derkete holê. Di rapora Turgut de tê gotin, ''Nexweşê ku navê wî nayê zanîn ji ber ku ji cihekî bilind ketiye anîne'' Tê gotin leşkerên ku Turgut û Çiban anîne nexweşxanê rapora, ''ji cihekî bilind ketine'' dane.

Wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç jî bal kişande ser îfadeyên şahidan û got, 'ji helîkoptêrê hatine avêtine.''