Ji Heftanînê heta Dersimê çalakiyên gerîla

HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla ji Heftanînê heta Dersimê li gelek deveran li artêşa Tirk a dagirker xistine û herî kêm 12 leşker hatine kuştin. HPG'ê her wiha nasnameya gerîlayekî li herêma Gabarê şehîd bû eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

LI HEFTANÎNÊ DI NAVA ROJEKÊ DE SÊ ÇALAKÎ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

9'ê Hezîranê saet di 12:00 de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser Girê Partîzanê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

10'ê Hezîranê saet di 13:40'î de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser Girê Konferansê yê Mezin çalakiya sûîqestê kirin û leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me heman rojê saet di 17:30'î de li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Konferansê yê Mezin cara duyemîn çalakî kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ YEKÎNEYÊN OPERASYONÊ

10'ê Hezîranê saet di 04:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê artêşa TC a dagirker li derdora Girên Canmeda û Şelale yên li herêma Xeregolê dest bi operasyonê kir.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li herêmê dewam dike, heman rojê saet di 11:00 de li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Operasyona li herêmê hîn jî dewam dike.

LI HEREKOLÊ ZÊDEYÎ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

29'ê Gulanê artêşa TC a dagirker li qada Deriyê Egîda ya herêma Herekolê ya Sêrtê dest bi operasyonekê kir. Artêşa TC a dagirker bi helîkopteran û topên obus û hawanan bombe li qada operasyonê barand û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danî. Piştî ku leşker hate danîn di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de ku 2 rojan dewam kir, zêdeyî 10 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de 3 hevalên me yên heta fîşeka xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin şehîd bûn.

Artêşa TC a dagirker leşkerên xwe yên di operasyonê de hatin kuştin bi rêya medya xwe weke bûyereke qezayê nîşan da, bi vî rengî nûçeyên derewîn weşand û hewl da ku windahiyên xwe veşêre. Leşkerên ku mirin di encama derbên giran ên hêzên me de hatin kuştin.

LI DERSIMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ KÛLEYA ÇAVDÊRIYÊ

10'ê Hezîranê saet di 13:00 de hêzên me li qada Sari Tosûn a navçeya Pulurê ya Dersimê li kûleyeke çavdêriyê ya artêşa TC a dagirker xistin. Depoyek, 6 kamera û paneleke rojê ya li kûleyê ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin.

AGAHIYÊN LI SER GERÎLAYÊ LI HERÊMA GABARÊ ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniya 31'ê Gulanê de me ragrihandibûn ku artêşa TC a dagirker di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon emşandiye û di vê operasyonê de hevalekî me şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Reşo Xerzan

Nav paşnav: Ziya Taş

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Fatîme-Mûsa

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Gulana 2020'an / Gabar

Hevrêyê me Ziya Reşo sala 1992'an li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Reşo hîn di zarokatiya xwe de şewitandina gundan û koçberkirin dît ku bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin kirin. Ji hingî ve ji berxwedana PKK'ê hez kir. Hevrê Reşo pêkanînên cihêkar ên dewleta faşîst di dema xwendina zanîngehê de baştir dît û êdî fêhm kir ku têdikoşin nebe nabe, ji bilî berxwedana gerîla azadî pêk nayê û sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Reşo di heman demê de bi fedakarî û kedkariya xwe dihate naskirin. Di şerê dijî artêşa TC a dagirker de xwedî îradeyeke qewîn bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir, ji aliyê taktîkî ve xwe bi pêş ve dibir û di perwedekirina hevalên xwe de li ser îdeolojiya Rêbertî bûbû hevrêyekî me yên pêşeng ê hosta. Her wiha wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî profesyonel pêk anî.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Reşo yê şehîd bû serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna dîrokî ya şehîdan bi ser bixînin."