Ji gerilayan li Çelê rêzeçalakî

Gerilayên HPG/YJA Starê li Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

LI ÇELÊ DERB LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

"14'ê Gulanê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya li dijî artêşa TC'ê çalakî hatine kirin. Bi vê çarçoweyê;

Saet 08.00'an hêzê me li Çelê ya Colemergê li dijî kozik û stareyên qereqola Girê çalakî kirine. Kozik û streyên wan dane ber guleyan, di vê çalakiyê de hijmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Saet 09.00'an hêzên me li Girê Koordîne ya Çelê li dijî artêşa TC'ê ya dagirker çalakî kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatiye xistin, çend leşkerên dagirker mirine û çend birîndar bûne tespît nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê qada Cîlo ya Biçûk a herêma Zapê bi balafirên şer bombe kiriye. Di vê bombebaranê de hevalê me Bawer şehîd bûye. Agahiyên nasmayê yê hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Bawer Dengda

Nav Paşnav: Fesîh Sinbag

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Raîfe – Mehmet Şîrîn

Dirok û Cihê Şehîdbûnê: 14'ê Gulana 2020'an / Zap

Hevrê Bawer 1990'î li navçeya Bismilê ya Amedê li nav derdoreke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Bawer ku hê zaroktî tûşî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên dijmin bûyî, tevahiya jiyana xwe di nav lêgerînekê de bûye. Hevrê Bawer ku hê bi ciwanî Tevgera Azadiyê nas dike, xebatên ciwanan û civakî kirine. 2015'an bi zêdebûna êrîşên dewleta TC'ê ya dagirker hevrê Bawer 2016'an tevlî nav refên gerila ibe, têkoşîna şoreşê hildaye asteke rajortir. Hevrê Bawer ji wext ku gav davêje çiyayên Kurdistanê xwe fedayî gel û şehîdan dike û her kêlîka xwe bi têkoşînê xemilandiye. Hevrê Bawer gavekê jî xwe nedaye paş, di fermandarbûn û qadên taktîk de gihaye astekê. Hevalê me Bawer ku di jiyan û şer de bûye fermandarekî pêşeng, heta ku şehîd bûyî li dijî dijmin têkoşîna xwe bi asteke bilind domandiye.

Di serî de malbata hêza ya hevrêyê me Bawer em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna dîrokî ya şehîdên xwe bi ser bixînin.

LI DERSIMÊ OPERASYON Û ÊRIŞA HEWAYÎ

12'ê Gulanê artêşa TC a dagirker li geliyê Akfanûs ê Dersimê dest bi operasyonê kir. Heman rojê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadê barandin. Ev operasyon heman rojê bi rengekî bê encam bi dawî bû.

ŞÎMONÎ Û HURMUZ DÎRÎL JI ALIYÊ KONTRAYÊN TC'Ê VE HATIN QETILKIRIN, HESAB WÊ BÊ PIRSÎN!

Tê zanîn ku Şîmonî û Hurmuz Dîrîl ên Keldanî yên ji gundê Mehrê di 11'ê Çileyê de winda bûn. Têkildarî vê bûyerê; roja bûyerê ev her du welatiyên sivîl ji aliyê 3 kesên ku li herêmê karê kontra dikirin hatin revandin, qetilkirin û cenazeyên van welatiyên sivîl avêtin çemê Hêzilê.

Dewleta Tirk a dagirker, ev komkujiya ku ji aliyê kontrayên wan ve hate kirin, îdîa kir ku ji aliyê hêzên me ve hatiye kirin û hewl da ku vê kiryara li dijî mirovahiyê binixumîne. Tevgera me li Kurdistanê di şer de ti carî mirovên sivîl yên bêguneh nekir hedef. Hedefa me timî hêzên dijmin û yên ku êrişê dibin ser nirxên gelê me ne. Êrişa li dijî Keldaniyan ku gelekî qedîm e, zîhniyeta faşîst a dewleta TC a dagirker careke din raxistiye pêş çavan. Ev zîhniyet û zîhniyeta DAÎŞ'ê yek e, ku bi êrişên namerdane yên li dijî gelên qedîm ên li herêmê re vê yekê careke din nîşan dide. Ev bûyera ku ji aliyê dewleta TC a dagirker ve bi taybetî hate plankirin, bi rêya medya şerê taybet weke ku PKK'ê kiribe hate pêşkêşkirin. Çeteyên artêşa TC a qirker bi zanebûn û rêxistinî êrişê dibin ser gelê welatparêz. Hesabê vê komkujiya namerdane ya ku ji aliyê kontrayên dewleta TC a faşîst ve hatiye kirin wê bi rengê herî giran bê pirsîn. Li ser vê bingehê em ji malbata Şîmonî û Hurmuz Dîrîl ên şehîd bûn û tevahiya gelê Keldanî re sersaxiyê dixwazin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI XAKURKÊ BARANDIN

11'ê Gulanê saet di 16:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qadên Şehîd Şahan û Şehîd Botan ên herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."