Ji Doza Nisêbînê cezayê mûebetê dan 4 kesî

Di rûniştina îro ya Doza Nisêbînê de ji bo 4 girtiyan cuda cuda cezayê mûebetê yê giran û bi giştî 68 sal cezayê girtîgehê lê birin.

Rûniştina Doza Nisêbîn a derbarê 70 kesî ku ji wan 17 jê zarok in ku di 26’ê Gulana 2016’an di berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbîn a Mêrdînê piştî hatin destgîrkirin û şûnde hatibûn girtin dewam dike.

Di çarçoveya darezandinê de rûniştina îro rûniştina 6 kesan pêk hat.

Ewilê rûniştina Mehmet Zîrîg ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê tê ragirtin pêk hat. Rûniştina ku Zîrîg lê amade parêzer tevlî nebû. Dadgehê bi îdîaya ‘Xirakirina yekîtiya dewlet û yekpareyiya wê’ cezayê mûebeta giran da Zîrîg.  Her wiha dadgehê bi îdîaya ‘bi zanabûn hewldana kuştinê’ jî 15, bi îdîaya ‘ziyandayîna malê civakê’ 2 sal cezayê girtîgehê birî. Zirîg ê bi cezayê mûebeta giran û 17 sal cezayê girtîgehê lê hate birin li salona dadgehê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kir.

Piştre jî rûniştina Firat Darî yê li Girtîgeha Tîpa T a Tokat pêk hat. Darî di rûniştinê de axivî û anî ziman ku îdanameya ku hatî amadekirin der hiqûqî ye û got: “Ez bi parçekirina welat têm sûcdarkirin lê têkildarî vê ti delîl li holê tine”. Darî bi domdarî got: “Yekan e sûcê min di dema ragihandina qedexeya derketina derve de li herêmê bûm.” Heyeta dadgehê ya demek kin navber da, Darî bi îdîaya ‘Xirakirina yekîtî û yekpareyiya welat’ cezayê mûebeta giran û bi îdîaya ‘bi zanabûn hewldana kuştinê’ 16 sal û ‘ziyandayîna malê civakê’ jî 2 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Dîsa Mezlûm Yaşa ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Dadgehê bi îdîaya ‘Xirakirina yekîtî û yekpareyiya welat’ cezayê mûebeta giran û bi îdîaya ‘bi zanabûn hewldana kuştinê’ 16 sal û ‘ziyandayîna malê civakê’ jî 2 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Darezandin bi rûniştina Suleyman Goksel Yerdûg ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêt Hejmara 2 tê ragirtin dom kir. Yerdût li rûniştinê amade bû. Parêzerên Yerdût Sezgîn Ûçar û Oman Zûhal Bîlen tevlî rûniştinê nebûn. Yerdût diyar kir ku ew îdîanameyê nas nake û li ser wê naxive. Yerdût anî ziman ku endamê MLKP’ê ye û li qada MLKP’ê çek bikar aniye û got: “Li dijî kapitalîszmê cihgirtina di nava têkoşîna sosyalîzmê de ji bo min serbilindî ye. Ez vekirî û zelal dibêjim; ji bo li dijî DAÎŞ û faşîzma Erdogan û AKP’ê têbikoşim, daxwaza berdanê dikim. Bijî partiya me MLKP, Bijî Rojava û bijî Kurdistana azad.”

Piştre parêzerên YErtûd Sezgûn Ûçar û Bîlen axivîn. Piştre jî heyeta dadgehkê ji bo Yerdût bi sûcê ‘Xirakirina yekîtî û yekparebûna welat’ mûebeta giran û ‘sûcê ‘Bi xanabûn hewldana kuştinê’ 15 sal ceza lê birî.

Piştre jî rûniştina doza Halîl Îbrahîm Yildiz pêk hat. Yildiz li rûniştinê amade bû. Dozger ji bo Yildiz bi sûcê ‘Xirakirin yekîtî û yekparebûna welat’ û bi îdîaya ‘Bi zanabûn hewldana kuştinê’ cezayê mûebeta giran û cezayê girtîgehê lê bê birin. Parêzerê Yildiz jî ji bo parastinê dem xwest. Heyeta dadgehê ya daxwaz nirxand, rûniştin taloqî 7’ê Sibata 2020’ê kir.

Rûniştina doza Îmalîl Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpê Hejmara 2 tê ragirtin ku bi hinceta ‘ewlehiyê’ li rûniştinê amade nebû jî taloqî 20’ê Çileya 2020’ê kir.