Ji doza 22 kes jê dihate darezandin 116 sal ceza hate dayîn

Li Rihayê ji doza ku hevşaredar û rêveberên HDP’ê jî di nav de ku 22 kes jê dihate darezandin, 116 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Li Rihayê di rûniştina 6’emîn a 22 kesên ji 12’ê Kanûna 2016’an ve bi îdîdaya endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tên darezandin de, ceza hate dayîn. Doz li salona Kampûsa Girtîgeha Tîpa T ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hate pêkanîn. Doza ku nêzî 20 parêzer dişopandin, ji 22 kesan ên girtî amade bûn.

Hevşaredara Hewag Zeynel Taş, hevserokê HDP’ê yê navçeya Xelîlan Halît Yildiztekîn,alîkarê hevşserdarê Wêranşar ê qeyûm hate wezîferdarkirin Mehmet Sînan Bûrûn, Hevserokê navçeya Eyubiye Îzzettîn Gok, endamê şaredariya Xelfetiyê Bazo Yilmaz, hevşaredarê berê yê DBP’ê yê Serê Kaniyê Hiznî Kiliç, hevşaredarên berê yên HDP’ê Asûman Yaman û Adnan Etlî jî di rûniştinê de amade bûn.

Dozgeriyê bi ‘endamtî’ û ‘piropagandayê’ daxwaza cezakirinê da, bersûcan jî anî ziman ku xebatên ku kirî di xebatên kirî yên legal ên partiyê yên siyasî ne û daxwaza berdanê kirin. Parêzeran jî diyar kir ku KCD saziyeke qanûnî ye û xebatên wê ne îlegalin, xebatên din jî dikevin çarçoveya mafê demokratîk ên partiyan û daxwaza berdanê kirin.

Piştî navbera kin a heyeta dadgehê da û şûnde, dosyayên dozên Sînan Bûrûn, Cemo Tusus, Fatma Dogan, Hiznî Kiliç û Îzzettîn Gok jê dihate darezandin, ji ber dosyayên din cuda kir.

Heyeta dadgehê ya ku biryara berdana Fehîme Tûran û Ahmet Înal da ji bo bersûcên din bi îdîaya ‘propaganda” û “muxalefetiya li dijî qanûna xwepêşandan û meşan” ji bo Zeynal Taş 10 sal 22 meh, ji bo Îzzettîn Akil 8 sal û 22 meh, ji bo Bazo Yilmaz jî 9 sal, ji bo Halît Yildiztekîn 10 sal 19 meh, ji bo Adnan Etlî 9 sal, ji bo Asûman Yaman 7 sal 18 meh, ji bo Gulay Koça Ozturkoglû 7 sal 6 meh, ji bo hevşaredarê berê yê Alîgorê Îbrahîm Halîl Parildar 7 sal 6 meh, ji bo Şefîka Kandal 7 sal û 6 meh, ji bo Cengîz Çakir 1 sal û 6 meh û 22 roj, ji bo Mûstefa Altûn 7 sal û 6 meh, ji bo Îbrahîm Aykaş 7 sal 6 meh, ji bo Mukrî Vakar 7 sal 15 mehî, ji bo hevşaredarê berê yê Serê Kaniyê Îsmaîl Arslan 7 sal û 15 meh û ji bo şevket Çmen jî 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Her wiha heyeta dadgehê biryara domandina girtinê û ji bo kesên negirtî jî qedexeya derketina derve da.

Li Rihayê ji bo 284 kesên ku 12’ê Kanûna 2016’an di derbarê wan de biryara girtinê hatibû derxistin 80 kes hatibûn girtin. Ji 80 kesên bi hinceta endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di derbarê 22 kesan de îdanameyên cuda hatibûn amadekirin û bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn sûcdarkirin. Di 5 dozên pêk hatibû de 9 kes hatibûn berdan.