Ji civîna PDK û YNK'ê ya li ser Kerkûkê çi derket?

Li navçeya Karahîncîr a Kerkûkê bi pêşengiya PDK û YNK'ê civînek hate lidarxistin. Gelek partiyên Kurd tevlî civînê nehatin kirin. Eşkere bû ku her du partiyên serdest li ser xebitandina walîtiya Kerkûkê û meclîsa bajêr li hev kirine.

PDK û YNK'ê li navçeya Karahîncîrê di nava hefteyekê de civînek organîze kirin. Tevgera Azadiyê ya Komelgeyê Kurdistan û gelek partiyên din ên Kurd tevlî civînê nebûn.

YNK'ê piştî civînê namzetê xwe yê ji bo Walîtiya Kerkûkê eşkere kir. Endamê polîtburo ya YNK'ê Rizgar Alî ji bo Walîtiya Kerkûkê namzet hate nîşandan.

Piştî vê gavê, vê carê endamê Meclîsa Serokatiyê ya PDK'ê ya Kerkûk-Germiaynê Mûhammed Kemal daxuyaniyek da û got, "Çar kes dixwaze bibe waliyê Kerkûkê. Divê li ser vê bê axaftin. Her wiha divê kursiya Serokkomariya Iraqê jî zelal bibe. Jİ ber ku ev mijar bi hev ve girêdayî ne."

Rêveberê Rêxistina YNK'ê ya Kerkûkê Cemal Şukru jî got, "Tenê Rizgar Alî weke namzetê fermî yê YNK'ê hate nîşandan. Tevî polîtburoya me gelê Kerkûkê bi vê zane. Ji bo Kerkûkê divê tavilê waliyek bê diyarkirin. Ji ber ku walî nîne, Kurd roj bi roj kursiyan ji dest didin."

Di civîna hefteya bihurî de, tevî pirsgirêka walîtiyê ya Kerkûkê, her wiha aktîfkirina Meclîsa Bajarê Kerkûkê jî hate nirxandin. Hate ragihandin ku bi vê armancê komîteyek ji çar kesan hatiye avakirin. Tê gotin, komîteya ji bo aktîfkirina meclîsê hatiye avakirin wê hefteya bê civîna xwe ya destpêkê li dar bixe.

TIRKMEN LI BER RADIBIN

Partiyên Tirkmen ên li Kerkûkê li dijî civîna hevpar a partiyên Kurd derketin û qebûl nakin ku walîtiya Kerkûkê ji Kurdan re bimîne.

Endamê polîtburo ya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ku pişta xwe dispêre Enqereyê Kasim Kazanci got, "Weke ITC em qebûl nakin ku bi ti awayî li rewşa beriya 16'ê Cotmehê vegerin. Em dixwazin ku hikumeta Iraqê Kerkûkê kontrol bike. Em qebûl nakin ku partiyeke bi tenê li ser Kerkûkê xwedî hikum be."

Li hemberî îtiraza ITC'ê Kurd ji bo mercê leşkerî yên Kerkûkê biqedin dixwazin ku piştî hilbijartina walî, ji bo alîkariya serokê meclîsa bajêr Tirkmenek, ji bo alîkariya walî jî Ereb bê wezîfedarkirin.