Yuksekdag û Demîrtaş dîsa nehatin berdan

Lêkolîna li ser lêpirsîna derbarê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hate kirin. Dadgehê biryara ‘bila rewşa girtîbûnê bidome’ da.

Derbarê hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi hinceta bûyerên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmehê de, di 20’ê Îlona 2019’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêkolîna li ser vê lêpirsînê hate kirin. Li Hakimtiya Cezayê Sulhê ya 2’emîn a Enqereyê di 18’ê Îlonê de lêkolîn hatibû kirin û biryar teblîxî parêzeran hate kirin.

Parêzer Levent Kanat diyar kir ku wan nekarîne kitekitên lêpirsînê bibînin û got ku, “ Ne dozgeriyê lê heyeta Cezayê Giran daye, ji ber vê jî bûyereke ku bûye meseleya darizandinê û wê dîsa bikin îddîa û lêpirsînê bidin destpêkirin li dijî hiqûqê ye.” Kanat diyar kir ku ev lêpirsîn ji bo pêşîlêgirtina tehliyebûna Demîrtaş e.

Parêzer Kenan Maçoglû jî diyar kir ku ew 8 meh in hewl didin xwe bigihînin dozgerê lêpirsînê.

Dadgehê ji bo Demîrtaş û Yuksekdag biryara ‘bila rewşa girtîbûnê bidome’ da.