Ji bo yên li Amedê hatin berdan biryara girtinê hate dayîn

Ji bo 142 kesên ku 9’ê Cotmehê di operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê hatin kirin de hatin destgîrkirin, nerazîbûnên ji bo dadgeha jortir a ji bo yên ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan, di derbarê ji duyan zêdetir kes de biryara girtinê hate dayîn.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyona li 9 bajaran pêk hat ku navenda wê Amedê bû polîsan bi ser nêzî 200 navnîşanan de girtibû û di derbarê 151 kesan de biryara destgîrkirinê derxist. Ji 151 kesan 142 kes hatin destgîrkirin. Rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez û Mehmet Akdogan jî di nav de ji 142 kesan hin ji wan li emniyetê û hin ji wan jî li dadgehê hatibûn berdan. Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Memhmet Şerîf Çamçi jî di nav de 25 kes jî hatibûn girtin.

Dozger xwestibû hin kes bên girtin, lê bes dadgehê ew berdabûn. Dozger ji bo ev kes dîsa bên girtinli 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê re gilî kir. Dadgehê jî di derbarê Derya Aslan û Emrullah Kaplan de biryara girtinê da û girtina kesên din red kir. Piştî dadgehê biryara redkirinê da, dozger vê carê ji bo ew kes bên girtin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê gilî kir. Ji ber saeta kar xelas bû nehat zanîn ku dadgehê di derbarê çend kesan de biryara girtinê daye.