'Ji bo yekîtiya neteweyî hevdîtinên girîng tên kirin'

Endamê Dîwana KNK'ê Farûk Cemîl û endma Konseya KNK'ê Perwîn Ezîz, ku li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re duh rûniştin gotin, "Ji bo ev firsenda dîrokî ya Kurdan ji dest neçe, lidarxistin kongreya neteweyî şert e."

Endamê Dîwana KNK'ê Farûk Cemîl: Beriya her tiştî ez spasiya hevalên KCK'yî dikim, ji ber ku em qebûl kirin. Di vê hevdîtinê de me nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser Kongreya Neteweyî bi berfirehî nirxandin.Li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan, girîngiya kongreya neteweyî û berpirsyariyên dikevin ser milê me, em axivîn. Hevalên KCK'yî jî destnîşan kirin, ku ev karê em dimeşînin ji bo wan gelekî girîng e û bi rengekî bê dawî ew piştgiriyê didin pêkhatina kongreya neteweyî. Ji bo ev firsenda dîrokî ya bi destê Kurdan ketiye ji dest neçe, lidarxistina kongreya neteweyî şert e. Haya KCK'ê jî ji vê rewşê heye û ew jî bi vî rengî nêzîk dibe. Vê nêzîkatiyê em kêfxweş kir. KCK'ê ji me re ragihand, ku ji bo lidarketina kongreya neteweyî ew amade ne bi erk û berpirsyariya xwe rabin, bi her awayî piştgiriyê bidin û tevlî bibin.

Endama Konseya KNK'ê Perwîn Ezîz: Weke pêkhateyên KNK'ê, ji bo karên lidarxistina kongreya neteweyî me heyetek ava kir. Vê heyeta me dest bi kar kir û me serdana hêzên siyasî yên li Kurdistanê û şexsiyetan kir. Me dixwest kongre li Rojava pêk were, lê belê ji ber şert û mercên heyî yên siyasî me plan kir ku li Başûrê Kurdistanê were lidarxistin. Ji bo vê me dest bi kar kir. Heta niha, partî û rêxistinên siyasî yên me serdana wan kir bersiva erênî dan me û anîn ziman ku divê kongre pêk were. Plansaziya me bi cih tê û ev jî me kêfxweş dike. Em hêvîdar in hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê di nava vê yekê de cih bigirin. Bi dîtina me, divê ti hêz li derve nemîne. Di vî warî de em bi hêvî ne û karê xwe didomînin.