‘Ji bo yekbûna Kurdan yekîtiya netewî şert e’

Nûner û Endamên partiyên Kurd ên beşdarî şêwira KNK-Rojava bibûn ku diyar kirin ku ev rojekî bi wate û pîroz e, wiha gotin: “Em bi hêvîne ku ev şêwir bibe wesîleya yekîtiyeke Kurd û Kurdistanê.”

Şêwra Yekitiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna deleg, delegasyon, siyastekmedar, mêhvan û partiyên siyasî li bajarê Rojavayê Kurdistanê Rimêlanê pêk hat, îro bi daxwaznameyek ji rêzedaxwazan bi dawî bû. 

Nunerên û Endamên partiyên Kurd têkildarî Şêwra Yekitiya Netewî ji ANF’ê re nirxandin kirin:

‘EV ŞÊWIR BIBE HÊVIYA GELÊ KURD Û KURDISTANÊ’

Serkreterê Giştî yê Partiya Demokrat Kurd a Sûriyê Cemal Şêx Bakî:

“Ev roj rojek pir girîng û bi wateye ji bo hemû gelê Kurd û Kurdistanê. Ev şêwre li ser pêkanîna Kongreyek Netewî li ser bingehê tavahiya Kurdistanê, hewildanekî pir pîroz e û di cih de ye. Bi taybet piştî van qonax û serkeftinên mezin di rojava de pêkhatine. Ji 6-7 salên dawî tu bigirî dest, ji dema ku biryar, erk, parastin û xweseriya demokratîk hat ava kirin û ev biryarane bi giştî hatin girtin, gelê Kurd yê li rojavayê Kurdistanê bi van biryarane herêmên xwe ji terorê paqij kirin. Hêdî hêdî projeya me cihê xwe girt û me dest bi pêngavên hîn di asta Kurdistanek azad de û di asta projeya Federaliya Bakurê Sûriye de me pêşketinên pir girîng bi dest xistin. Di vê şêwra netewî de jî em hewil didin ku hîn zêdetir xwe bigihînin asta serkeftinê, em bi hêvîne ku ev şêwir bibe hêvîya hemû gelê Kurd û kurdistanê.’’

‘WÊ SERKEFTINÊ JI BO KURDAN Û HEMÛ CIVAKAN BÎNE’

Rêvebera Saziya Giştî ya Olî Delal Xelîl:

‘’ Ev roja ku niha em têde vê şêwrê pêktinin ji bo me jinê rojek pir girîng û dirokîye, bi taybet jî ji bo jinê ku bi aktîv cihê xwe di kongreyê de girtiye. Îro rojek ku li rojavayê Kurdistanê şêwra Netewî ya ji bo kongereyek netewî pêk were li vir em civiyane. Ev roj ji bo tevahiya gelê Kurd pir bi watedar e û ev roj bi xwe cihê dirokê ye, bi pîroze ku em gel tev li hev bicivin û li ser yek armancê em li hev dişêwirin ku em yek rêxistinê, yek dengî bi siyasetek pêşketî, bi yek netewê bi hevre kar bikin û bi hevre yek alîkar bin. Her wisa dest bidin destê hev da ku em bikarin bi awayekî guncaw li ser xaka xwe jiyan bikin. Ji ber ku îro em temaşe dikin ku gelê Kurd ber bi tinebûnê ve diçe, ji bo ku em pêşî li vê tinebûnê bigirin em li vir bi kom bûne û em vê şêwrê pêktînin. Her wisa di vê xebatê de rola jinê pir girînge, ji ber ku jin xwedî roleke pir girîng e û pêşenga şoreşa vê civakê û dikare di hemû beş û kom xebatan, hem di milê leşkeri, rêxistinî, civakî û h.w.k de kar bike, rola xwe bide leyistin. Herî dawî ez dibêjim wê ev roj bibe serkeftina hemû gelê kurd û civakên ku niha kar û xebatên vê şêwrê dikin,disa ji serkeftinê ji hemû gelê Kurd û civakên azadîxwaz re dixwezim.”

‘YEKÎTÎ NE DAXWAZA KESEKÊ/Î YE, DAXWAZA GEL Û CIVAKA NE’

Endamê KNK’ê Şêx Sînan:

“Yekîtî ne peyveke ku ewqas e ku mirov bikare bi çend gotina bi wate û pênase bike. Yekîtî welat e, civak e, netew e, çand e, ziman e ji ber ku bingehê yekîtiyê welat, ziman, çand bixweye. Îro du parçeyên kudistanê rizgar bûne, îro em li vir li hev kombûnek ku em her du parçeyên din bi vê yekîtiyê rizgar bikin, em vê şêwirê li vir pêktînin. Yekîtî ne tenê daxwaza yek kesiye, yekîtî daxweza bi giştî gel û civakane, herî dawî li ser navê KNK’ê ez bang li hemû civak, kes, netew, partî û siyastemdaran dikim ku dest bidin destê hevdu ku îro rojek dîrokî ye ji bo me hemû Kurd û Kurdistanê.”

 ‘JI BO XWÎNA ŞEHÎDAN HEBA NEÇE, DIVÊ YEKÎTIYÊ PÊKBÎNÎN’

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Sûriye Mehemdê Mûsê:

“Wek tê zanîn di roja me ya îro de êrîşên pir giran li ser tevahiya gelê me hene. Ev êrîş jî, ji aliyê dewletên faşîst û dîktator ve li ser gelê me tên meşandin û di xwazin gelê me tune bikin. Ji bo ku em rêxistana xwe, siyaseta xwe û yekbûna xwe bikin yek, îro em li vir şêwra netewî pêktinin. Ev şêwra netewî ji bo her çar parçeyên kudistanê pir girîng û bi watedar e. Ji bo ku em pêşî li van êrîşan bigirin em vê şêwra netewî îro li vir em pêktînin û ji bo yekbûna gelê xwe û tevahî kurdistanê. Ev şêwra Netewî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo me û tevahiya gelê Kudistanê rojek pir bi wate û girîng e. Eger ku îro partiyên me yên siyasî destê xwe nedin hev û pêşî li van êrîşan negirin, wê kongreya netewî pêkneyê, wê hem civak Kurd û hem jî gelê Kurd pir zor û zehmetiyan bibîne. Ji bo ku em pêşi li vê yekê bigirin, ev deskeftiyên ku bi xwîna şehîdên me hatin bidestxistin, divê em li her çar parçeyên Kurdistanê yekbûna xwe pêkbînin.Weke ku em dibînin îro li Rojavayê Kurdistanê, sibe li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê û li her çar parçeyên Kurdistanê divê em şêwrên xwe pêk binînin û ji demekî hîn zûtir yekbûna xwe pêkbînin. Wek tê zanîn hinek partiyên me yên siyasî tevlî şêwra yekitiya Kurd nebûne, me hîvî dikir ku ew ji tevlî bibûna, lê mixabin tevlî nebûn. Ev jî kêmasiyek a partiyên me yên Kurd e.Me dixwest ku ew jî tevlî bibûna nêrînên xwe anîban ziman, kêmasiyên heyî bê ka di kîjan astê de ne me dixwes hatiban famkirin. Em bi hêvîne ku ev şêwrên me yên yekitiyê ji bo yekbuna gelê Kurd û Kurdistanê bibe armancek herî mezin û bibe yekbûna her çar parçeyên Kurdistanê, bibe serkeftina hemû gel, netew, civak û şoreşan.”

‘DEST BIDIN DESTÊ HEV YEKÎTIYA XWE PÊK BÎNÎN’

Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Kantona Kobanê Foza Abdî:

“Ev şêwra ku em niha li vir pêktînin ji bo me rojek bi wate û pîroz e. Ev şêwre ji bo ku em hêza xwe û civaka Kurd bikin yek pêktînin. Di heman demê de ji bo ku em xewna bav û kalên xwe, her wisa ji bo zarokên ji nû ji dayik dibin bi azad li ser xaka welatê xwe bijîn, vê şêwrê pêktînin. Li ser vî esasî heta roja meya îro kar û xebatên ku em pêktînin me gihandiye wê aastekê ku şêwra netewî pêk were. Her çiqas me di got yekîtiya netewî îro em li vir li ser vî bingehî vê kombûnê pêktînin, em vê yekê bi rengekî pratîkî dibinin û pêktînin. Ev pratîk ji bi kombûn, rêxistin, rexne û rexnedayîn pêk tên. Em wek gelê Kurd ka me çend xwe daye îfade kirin, çi partiyên siyasî û saziyên civakî îro tev li vir li hev civiyane, nêrînên xwe li ser yekitiya Kurd tînin ziman û ji bo yek parçeya Kurdistanê kar û xebatan xebat dikin. Ev çend sal e Tevgera Azadiya Kurdistan, vê xebatê dide meşandin û çendî di valatiyan de ji maye îro ev valatî bi van komxebatên netewî tên tejî kirin. Îro li her cihî jinên Kurdistanî û şoreşger yekîtiya xwe dane avakirin. Ji bo vê jî ev hewildan tev ji bo ku yekitiya Kurdan pêk were em pêktînin. Herî dawî em bang li hemû partiyên Kurd dikin ku destê hev bigirin û yekitiya xwe pêk bini ji bo ku em bi awayek azad li ser xaka bav û kalê xwe bijîn.”