'Ji bo xwedî li mîrateya Babekan derkevim, tevlî nava refên PKK'ê bûm'

Gerîla Azad Mîrkan ê ji Azerbaycanê, qala civaka xwe û sedema tevlîbûna xwe kir û got, "Min di paradîgmaya Rêber Apo de rizgariya gelan dît û ji ber vê yekê tevlî nava refên PKK'ê bûm."

Azad Mîrkan ji malbateke xizan û dirûnkar a Azerî ye, ku li bajarê Baku yê Azerbaycanê ji dayik bû. Azad Mîrkan ji ANF'ê re qala sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK'ê kir.

Tevgera PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 40 salî re gihîştiye asteke gerdûnî. Bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re îro li nava gelên cîhanê bûye hêviya rizgariyê. Ji ber vê yekê, ciwanên dixwazin xwe ji nava çerxa sîstema kapîtalîst rizgar bikin, berê xwe didin nava refên gerîla. Gerîla Azad Mîrkan destnîşan dike, ku PKK tevgereke gerdûnî ye, ji bo gelên cîhanê têdikoşe û bang li hemû ciwanan kir, ku tevlî nava refên vê tevgerê bibin.

'ŞOPA ÇANDA ZERDÛŞTÎ LI NAVA GELÊN AZERBAYCANÊ HÊ ZINDÎ YE'

Gerîla Azad da zanîn, li Azerbaycanê çandeke li ser feraseteke çewt a namûsê ava bûye, serdest e û got, "Wextekê çandek welê hebû, ku ji dewlemendan dihat standin û radestî xizanan dihat kirin. Ev jî çandeke Stalîn bû, ku ji bo taxên bê polîs kontrol bike, ev çand afirandibû. Ev feraset di roja me ya îro de gelekî guheriye. Veguheriye çandeke welê ku mîna berê xizmetê ji civakê re nake. Gelên Azerbaycanê ji kevneşopiya baweriya Zerdûştî tên. Di Newrozê de agirgehan ziyaret dikin, ku ev der ji bo wan cihên îbadetê ne. Dewlet jî hewl dide van nirxên baweriyê bide jibîrkirin."

'SÎSTEMA DEWLETÊ YA AZERBAYCANÊ JÎ, MÎNA AKP'Ê TIRKÎTIYÊ LI SER CIHÊRENGIYAN FERZ DIKE'

Gerîla Mîrkan da xuyakirin, ku li Azerbaycanê gelek gel û bawerî hene û wiha dewam kir: "Civakên cuda yên weke Gagavûz, Çerkez, Avar, Azerî, Taliş, Lezgî, Tirkmen, Kurd û Yahûdî hene. Yahûdî di dema faşîzma Hîtler de koç kirin û li aliyê Gûbalînê bi cih bûn. Ji van re dibêjin; Yahûdiyên çiyayî. Kurd jî li herêma Laçînê bi cih bûne. Ev der jî ji aliyê Ermenîstanê ve hatiye dagirkirin. Kurdên li vê derê, tevî Azeriyan hatin û li Bakuyê bi cih bûn. Yanî civakeke ji gelek rengan pêk tê. Dewlet Tirkîtiyê li ser vê cihêrengiyê ferz dike. Bi vî rengî hewl dide cihêrengiyê bihelîne. Mînak; wexta ez carna bi hevalên xwe yên Kurd ên li Azerbaycanê re daxivîm, bi hêsanî digotin 'Em Kurdên Azerî ne'. Ev yek asta asîmîlasyonê radixe pêş çavan. Mînakeke din; li pola dibistanê ya min lê dixwend, zêdeyî nîvê xwendekaran ji gelê Taliş bûn. Lê tevî vê yekê jî digotin 'em Tirk in'. Ev rewş ji bo min bû nakokî. Dewlet bi rêya van polîtîkayan li ser civakê serdest dibû. Yanî heman polîtîkaya ku hikûmeta AKP'ê li ser gelên din dimeşîne."

'LI AZERBAYCANÊ TEVGERA ÇEP BI QASÎ KU TINE YE, KÊM E'

Gerîla Azad Mîrkan di dewama axaftina xwe de got, "Azerbaycan di sala 1991'ê de ji Sowyetan qut bû. Di sala 1990'î de dema tankên Sowyetê ketin nava Bakuyê, gel li dijî vê rabû serhildanê. Û di sala 1991'ê de bi temamî ji Sowyetê qut bû. Di dema Sowyetê de dewleteke sosyalîst a navendîperestiya Rûs ava bû bû. Ev yek jî rewşeke li dijî sosyalîzmê ye. Di dema Sowyetê de jî gelê Azerbaycanê xwedî li vê sosyalîzmê dernediket. Ji ber ku ji navenda Rûsyayê ve dihat birêvebirin, weke desthilatdariyeke biyanî didît. Sedemeke din a hilweşîna Sowyetê jî ev bû. Ji ber vê yekê hewldanek ji bo xwedîderketinê tine bû. Ciwanên sosyalîst ên ji dema Sowyetê ma ye, bi qasî ku tine ye, kêm e. Bi tenê partiyek hebû, ku ji bo dewamkirina wê kevneşopiyê ji aliyê komek ji hevalan ve hatibû avakirin. Berî pênc salan min jî sosyalîzm nas kir û bi vê yekê re ketim nava lêgerînan. Di encama van lêgerînan de me komek ava kir. Hejmara me bi qasî 15-20 kes bû. Bi demê re rêxistinbûnek ava bû. Niha ev hejmar bi hezaran e."

'MIN TEVGERA PKK'Ê LI ENQEREYÊ NAS KIR'

Gerîla Mîrkan da xuyakirin, ciwan bi giranî berê xwe didin lîberalîzmê, ku feraseteke çewt a azadiyê pêşkêş dike û got, "Dema me ku em bi ciwanan re rûdiniştin û sohbet dikirin, hingî rastiya sosyalîzmê fêhm dikirin û dipejirandin. Lê belê ev hewldan têrker nebûn. Ya ku dewletê dixwest jî ev bû. Ji ber ku ez ji vê rewşê têr enbûm, min lêgerînên xwe zêdetir kir. Bi rêya înternetê min lêkolîn kir û dît ku li Tirkiye û Yewnanîstê tevgera çep hê aktîf e. Li ser vê yekê min biryar da derbasî Tirkiyeyê bibim. Û ji bo vê jî ketim ezmûnên zanîngehê. Min maf bi dest xist ku li Enqereyê zanîngehekê bixwînim. Bi vî rengî çûm Enqereyê. Li vê derê, ewiî çûm malên hevalên xwe Paramaz û Babek ku min ew ji çep a Azerbaycanê nas dikir. Li malê li cem wan du hevalên Kurd hebûn. Ez piştre hîn bûm ku sempatîzanên PKK'ê ne. Jiyana van hevalan û nîqaşên wan ên li ser sosyalîzm û mirovahiyê geleî bandor li min dikir. Û bi vê yekê re min bi van hevalan re dest bi karê rêxistinbûnê kir. Min tevgera PKK'ê bi vî rengî nas kir. Dema ku dixebitîm, car carna ji bo destûra mayîna li Tirkiyeyê diçim Azerbaycanê û vedigeriyam. Ji ber ku em nekarîbûn tevlî ezmûnên vîzeyê bibin, neçar man vegerin Azerbaycanê."

'PIŞTÎ KU TEVLÎ NAVA PKK'Ê BÛM, MIN RASTIYA KURDISTANÊ BAŞTIR NAS KIR'

Gerîla Azad Mîrkan da xuyakirin, ku dema çû Azebaycanê berxwedana Kobanê dest pê kir û qala tevlîbûna xwe kir: "Li ser êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê, em bi hevalên Babek û Paramaz re daxivîn. Carekê hevalê Babek got, 'em biçin?' Min jî jê re got, 'em biçin'. Ji xwe Newroz jî nêzîk bû. Tevî hevalên li Enqereyê em tevlî plansaziya Newroza Amedê bûn. Piştî Newrozê em ê tevlî bibûna. Em çûn Amedê. Li vê derê me bi hevalên ciwan re nîqaş kirin. Di nava vê demê de me pirtûka 'Komunalîzma Demokratîk' a heval Sûat Gokalp xwend. Li ser vê bingehê me rexnedayîna xwe dan û biryar dan tevlî bibin. Bi 7 hevalan re me berê xwe dan qadên azad."

Azad Mîrkan anî ziman, ku beriya biçe Tirkiyeyê wî rêxistinên weke DHKP-C û MLKP nas dikir û got, "Min PKK li Enqereyê li mala ku bi hevalên xwe re em lê bûn, ji hevalên Kurd nas kir. Ji yên din cuda xuya dikir." Azad Mîrkan destnîşan kir, ku rastiya Kurdistanê sedema sereke bû ku wî berê xwe da nava refên PKK'ê û got, "Ji ber ku dijmin bi rengekî faşîst êrîşî gelê Kurd dikir. Ji ber ku ev êrîş gelekî giran bûn û komkujî dihatin kirin, her wiha li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê, pêwîstî bi têkoşînê hebû. Rêya vê têkoşînê jî tevlîbûna li nava tevgera Apoyî bû. Ya rast, felsefeya modernîteya demokratîk, ku Rêber Apo weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst destnîşan kir, bandoreke xurt li min kiribû. Ji ber ku bi vê sîstemê re derfetên gelan çêdibûn ku bi hev re bijîn. Min di nava paradîgmaya Rêber Apo de rizgariya gelan dît û ji ber vê yekê tevlî nava refên PKK'ê bûm."

'MANEWIYATA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BANDOR LI MIN KIR'

Azad Mîrkan li ser jiyana li çiyê jî got, "Piştî ku tevlî bûm, hevrêtiya hevalan, sekna wan û jiyaan wan a li çiyê gelekî bandor li min kir. Ji ber ku min germahiyeke bi vî rengî beriya niha qet nedîtibû. Tevî ku di destpêkê de min zor û zehmetî kişand jî, jiyana li çiyê ez sermest kir. Dewlemendî, manewiyat û bedewiya çiyayên Kurdistanê bandoreke kûr li min kir."

'CIHÊ HERÎ BI WATE YÊ TÊKOŞÎNÊ ÇIYAYÊN KURDISTANÊ YÊN AZAD IN'

Gerîlayê ji Azerbaycanê Azad Mîrkan herî dawî ev bang li ciwanên Kurdistanê û hemû ciwanên cîhanê kir: "Êrîşeke giran li Kurdistanê û hemû gelên bindest tê kirin. Bi têkoşînê dikare pêşî li van êrîşan bê girtin. Babekan bi gotina 'Jiyana azad a rojekê çêtir e ji jiyana çil salan a bi koledariyê' li Kafkasan tevgera Hurremî ji bo mirovahiyê dan destpêkirin. Ya ku îro herî baş xwedî li mîrateya Babekan derdikeve, tevgera Apoyî ye. Jİ ber vê yekê bang li ciwanên Azerbaycanê û tevahiya cîhanê dikim, bang li ciwanên ku xwedî li mîrateya Babekan derdikeve dikim, ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Bi xurtkirina têkoşînê re em dikarin pêşî li vê faşîzmê bigirin. Cihê herî rast û bi wate yê vê yekê, çiyayên Kurdistanê yên azad in."