'Ji bo têkbirina komployê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'

Gerîlaya YJA-Star Canda Welat û gerîlayê HPG’ê Egîd Nûda têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivîn û diyar kirin ku ji bo têkbirina komployê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin.

Gerîlaya YJA-Star Canda Welat diyar kir ku, Komploya Navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kiriye û got, “Komploya 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtina Rêbertî berdewam kir. 15'ê Sibatê ji bo gerîla û gelê Kurd rojeke reş e. Hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin vîna gelê me û tevgera me bişkînin. Pergala kapîtalîst hebûna Rêber Apo ji bo sîstema xwe weke xeteriyeke mezin dît. Ji ber vê yekê komploya li dijî Rêbertî pêş xistin.

Em weke jin deyndarê Rêber Apo ne. Rêber Apo ji bo têkoşîna me û ji bo hebûna jinê kedek mezin da. Komploya 15’ê Sibatê bi taybetî bandor li me jinan kir. Ji ber ku em hebûn û nebûna xwe di şexsê Rêber Apo de dibînin. Ji ber vê yekê ne tenê gelê Kurd, hemû gel hebûna xwe di şexsê Rêber Apo de dibînin. Weke milîtanên Rêber Apo em deyndarê keda wî ne. Em têkbirina komployê weke erka xwe dibînin. Ji bo vê em ê heta dawiyê têbikoşin. Tecrîda giran a li ser Rêbertiyê, ji komployê ne serbixwe ye. Bi vî awayî desthilatdariya heyî dixwaze têkçûna xwe di şexsê Rêber Apo de veşêre. Ji ber vê yekê divê gelê me vê yekê bizane û li dijî vê tecrîdê helwesteke xurt nîşan bide.”

BERXWEDAN WÊ DIJMIN TÊK BIBE

Gerîlayê HPG'ê Egîd Nûda jî bal kişand ser armancên komplo û êrîşên îro tên kirin. Gerîla Egîd Nûda bi bîr xist ku di encama Komploya Navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di girtîgehê de ye û wiha dewam kir: “Armanca Komploya Navneteweyî tasfiyekirina tevgera PKK’ê û qirkirina gelê Kurd bû. Lê îro xuyaye ku komploger negihiştine armancên xwe. Rêber Apo bi helwest û berxwedana xwe ya li Îmraliyê planên hêzên dagirker û hevkarên wan pûç kir. Ji destpêka komployê ve tecrîdeke pir giran li ser Rêbertiyê tê meşandin. Niha Rêber Apo li Îmraliyê di bin êrîşeke mezin de ye. Ji ber vê Rêbertî hevdîtina li gel CPT’yê red kir. Ev ji bo me peyameke taybet e. Em ê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de berxwedan û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.

Weke ku tê zanîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê meşandin. Dewleta dagirker bi çekên qedexe û bi teqemeniyên herî xurt êrîşî herêmên me dike. Ev êrîş ji komployê ne serbixwe ne. Ez dikarim bibêjim ku ev hemû berdewamiya komployê ye. Lê belê, ez dixwazim bêjim ku ew ê negihêjin armancên xwe. Dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê mehkûmî têkçûnê ye. Weke milîtanên Rêber Apo û gerîlayên azadiyê em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe komployê têk bibin.”