Ji bo şehîdên berxwedana xwerêveberiyê li Wanê çalakiyek hate kirin

Çalakiya li dijî dewriyeya polîsan a li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Ermûş a Wanê li hate kirin Tîma Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûda Karker li xwe girt.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Nûda Karker a daxuyaniyek nivîskî da, di salvegera berxwedana xwerêveberiyê de ji bo bîranîna şehîdên rêveberiya xweser li Taxa Xaçort çalakiyek kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Ermûş a Wanê li dijî wesayîta polîsan a dewirye digeriya çalakiyek bi bombeyên destan û guleyên hewayî hate kirin. Piştî şerê heta direngiya şevê dom kir û şûnde hêzên dijmin hemû tax dorpêç kir. Çalakiya ku yekîneya me bi sax û silametî pêk anî, ji bo salvegera berxwedana xwerêveberiyê û şehîdên xwerêveberiyê pêk aniye.”