Ji bo rojnamevanên girtî li Amedê çalakî hat lidarxistin

Rojnamevanên ji bo hevpîşeyên xwe yên girtî daxuyanî dan wiha gotin: “Em dizanin ku çima hewil didin ku dengê me bibirin. Heke bixwazin dengê me qut bikin, bila bizanin ku em ê ji berê bêhtir dengê xwe bikin.”

Di dawiya meha yekemîn a girtina 16 rojnamevanan, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, li Amedê daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiyê DFG’ê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartê “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat vekirin. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevka MKGP’ê Roza Metîna ya di daxuyaniyê de axivî, got ku rojnamevan ji ber ku karê rojnamevaniyê kirine mehek e di girtîgehê de tên girtin û bi bîr xist ku dorpêça li ser şirketên rojnamevan tê de dixebitin di roja 32’yemîn de hatiye rakirin û bal bi ser nehuqûqiyên diqewimin de kişand.

‘NEHUQÛQÎ BERDEWAM E’

Metîna di dewama axavtina xwe de wiha got: “Hêj meha hevalên me neqediya, ew ji sewqî girtîgeheke din kirin. 6 hevalên me yên rojnamevan, sirgûnê Girtîgeha bi hejmar 1 a Amedê hatin kirin, 6 jê jî sirgûnê Girtîgeha bi hejmar 2 hatin kirin. Bi ser de dest dan ser nameya rojnamevan Omer Çelîk. Hinceta ku dest dan ser nameyê ew e ku wê name wê di hin saziyên çapemeniyê de bihata weşandin. Bi pişt re bi hinceta ‘li rojnamevaniyê dewam dikin’ dest dan ser nameyên Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bûlût û Serdar Altan. Ev ne bes, îcar lêgerîna şilfîtazî li maltbatan diçin ditîna girtiyên xwe hat ferzkirin.”

‘ÊRÎŞA SÎSTEMATÎK DI DEWREYÊ DE YE’

Metîn bal bir ser cezayê bi salek û şeş meh û 22 rojan ê li rojnamevan Abdurrahman Gok hat birîn û wiha bi axavtina xwe de çû: “Hevalê me ji ber kuştina Kemal Kûrkût kir nûçe bi cezayê girtîgehê hat cezakirin. Ên sûcan dikin bi xelat dikin; yên sûcên tên kirin dikin nûçe jî tên cezakirin. Ev tê wateyê ku êrîşeke sîstematîk li dijî rojnamevanên Kurd di dewreyê de ye. Ji ber ku rojnamevanan tu tawîz ji rastiyê neda, ketina hewila çêkirina sûcan ji hevalên me yên rojnamevan re.”

‘DIXWAZIN MIROV ÇAVTIRSANDÎ BIKIN’

Metîna diyar kir ku ji gava ewil a operasyon çêbûye heta bi niha tiştên qewimîne nîşaneyên wê yekê ne ku êrîş bi talîmatê hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: “Bi rojan dorê li şirketan dipêçin, dorpêçe radikin, lê materyalên çapemeniyê û weşanê nadin. Bêyî biryar dest didin ser alav û amûrên rojnamevanan. Piştî lêgerîna di şirketan de, têkildarê ji şirketê çi alav û amûr birine girtek negirtine ya jî tu belge bi me nedane zanîn. Parêzer jî nizanin çi bi van alav û amûran bûye. Wek dîlgirtina hevalên me ev alav û amûr jî xesp kirine.”

‘EM Ê JI BERÊ BÊHTIR BIXEBITIN’

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay jî got: “Dixwazin dengê rojnamevanan bibirin. Em dizanin bi çi armancê hevalên me digirin. Armanca esas birîna denga çapemeniya azad e. Dengê me bibirin em ê bêhtir dengê xwe bikin. Eger dixwazin tiştên li bajarên herêmê diqewimin biveşêrin, bila bizanin ku ji bo derxistina holê ya vê rastiyê em ê ji berê bêhtir bixebitin.” Altay da zanîn ku heta hevalên wan werin berdan ew ê li qadan bin û bibin dengê rojnamevanan.

Daxuyanî, piştî berzkirina diruşma “Çapemeniya azad bêdeng nabe” bi çalakiya rûniştinê qediya.