Ji bo PKK‘ê 3 mîlyona îmze radestî KE’yê hatin kirin

Ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin 3 mîlyon îmzeyên hatin berhevkirin radestî KE’yê hatin kirin.

Ji bo PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, 3 milyon îmze hatin berhevkirin û radestî Komîsyona Ewropayê (KE) hat kirin.

Îmze li ser banga Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Kurdan hatin berhevkirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Tevgera Aştiyê ya Belçîka (Vrede), Enternasyonalê pêşverû (Progressîve Înternatîonal) û rêxistina hunerê Zîrveya Cîhana Nû (New World Sûmmît) a ku navenda wê li Hollanda ye, îmze radestî Komîsyona Ewropayê kirin.

Beriya ku îmze bên radestkirina komîsyonê, li Qada Schûman daxuyanî hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û berxwedana gerîla silav dikin, hatin berzkirin.

Ji rêvebirên aktîf a kampanyayê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç û Berdevka Komîteya Têkîliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç û Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baîer tev li daxuyaniyê bûn.

‘PKK ÎRADEYA GELÊ KURD E’

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û xwest ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin. Koç diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên qirkirinê li ser Kurdistanê pêk tîne û wiha got: “Dewleta Tirk hêza xwe ji lîsteyê digire. PKK îradeya gelê Kurd e. PKK îradeya azadî û demokrasiyê ye.”

‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN, JI BER NE TERORÎST E’

Serokê Partiya Çep a Ewropayê Dr. Walter Baîer peyama piştevaniya bi gelê Kurd re da û destnîşan kir ku 3 milyon îmze hatine berhevkirin û PKK divê ji lîsteyê bê derxistin û wiha got: “Sedemê derxistina PKK’ê ya ji lîsteyê hêsan e, ji ber ku PKK ne rêxistinek a terorê ye, partiya gelê Kurd e.”

‘PKK’Ê ÊZÎDÎ RIZGAR KIR’

Ji Enternasyonalê Pêşverû Danîel Koop jî bi bîr xist ku berî çend rojan Parlamentoya Elmanyayê qirkirina Êzidiyan nas kir û anî ziman ku lê hat jibîrkirin ku PKK’ê Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Koop destnîşan kir ku muzakereya aştiyê jî encex bi PKK’ê mimkun e.

Ji Vredeyê Lûdo de Brabander wiha got: “Tevgera Aştiyê bi awayek eşkere piştgirî dide ku PKK ji lîsteyê bê derxistin.”

Piştî axaftinan şandeyekê belgeyek a ku nîşa dide 3 milyon îmze bi tasdîka bi noter in, radestî Komîsyona Ewropayê kir.

KESÊN LI SERANSERÎ CÎHANÊ TÊN NASKIRIN JÎ TEV LI KAMPANYAYÊ BÛN

Ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin, 13’ê Kanûna 2021’an bi pêşengiya “Înîsiyatîfa Edalet Ji Bo Kurdan a Navneteweyî” li seranserî cîhanî kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.

Roja kampanya hat îlankirin, ji 30 welatên li parzemîna Ewropa, Asya, Awûstralya û Efrîqayê hezar kesan bang kiribû.

Ji Derhêneriya Sînemayaê Ken Loach, Profesorê Fîzîka Nukleer û analîstê parastina siyasî yê Pakistnî Prof. Pervez Hoodbhoy, Nivîskara DYE’yî Lûcîna Kathmann, Fîlozofê Maracistanî G.M Tamas û namzetê berê yê serokkomariya Fransayê Jean-Lûc Melenchon jî di nav van kesên bang kiribûn, de bûn.

Heman kampany 29’ê Çileya 2022’an li Başûrê Kurdistanê jî bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar, aktîvîst û hunermendan hatibû destpêkirin.