Ji bo piştgiriya Rojava gelê Merîwanê jî li kolanan bû

Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirî bide berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ku ev çend roj in çalakî pêktînin, gelê Merîwnê daketin kolanan.

Xelkê bajarê Merîwanê bi armanca piştgirî dayîna berxwedana gelê Rojava û mehkûmkirina êrîşên dagirkeriyê ya dewleta faşîst a Tirkiyê daketin qadan.

Xwepêşanderan bi bilindkirina alên YPG û dirûşmên “Kurdistan, Kurdistan e li Rojava Berxwedane”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bimire Erdogan” berz kirin piştgiriya Rojava kir.

Çalakiya ku ciwan jî tevlî bûn tevlîbûna zêde ya jinan bal kişand.

Ruxmê ku hêzên rejîma Îranê hewildan pêşî li çalakiyê bigirin hemwelatiyan gav paşve navêt û meşa xwe domand û heta saetên êvarê li kolanan man.

Hate ragihandin ku rejîma Îranê rê nedan ku li bajarên din çalakî bên kirin. Lê dîsa jî gel daketin kolanan û êrîş protestokirin.