Ji bo parastina Kurdistanê bû mertal

Ferman Memyan ku di berxwedana Cenga Heftanînê de bi rola pêşengiyê rabû, ji bo parastina xaka Kurdistanê li dijî dagirkeran bû mertal.

Heybeta çiya di kesayeta wî de xwe bi cih kiribû. Weke bazên li ser lutkeyên azad xwedî vîn û cesaret bû. Wekî pezkoviyeke ku bi xwezaya Kurdistanê re bûye yek dihat naskiriin. Kenê fermanê delal bi hêvî û armancan barkirîbû, nexasim dema ku di nav şer de dikenî dibû çavkaniya moral û motîvasyonê. Ne mumkin bû kesê wî nas bike jê hez neke û pê ve neyê girêdan. Ew kesekî welê bû ku bi zanebûna xwe ya leşkerî, jiyanî û birdozî dagirtî bû û ji her alî de xwe temam kiribû.

ÇAVKANIYA MORALÊ BÛ

Hevrêyên wî, bi taybetî yên ku bi hev re navê Cenga Heftanîn dan naskirin, derbarê şehîd Ferman wiha dibêjin: "Hevalê Ferman xwedî kedeke mezin bû li Heftanînê. Qad bi qad li Heftanînê geriya bû û bandor li her kesî kiribû. Bi ku ve diçû her kes li derdora wî kom dibû û jê dixwestin ku bistirê. Heval Ferman çavkaniya moralê bû ji bo me. Li Heftanînê roleke wî ya mezin hebû, di afirandina rêbaza gerîla de. Gelek caran çalakiyên nimûne li dar dixist. Her dema derbas dibû digot, pêwîste em derbekê li dijmin bixin û wan poşman bikin ku hatine vê qadê."

GERÎLAYEKÎ MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BÛ

Di derbarê nêzîkatiyên şehîd Ferman ên birdozî de hevrêyên wî wiha gotin: "Hevalê ferman xwedî dilsoziyeke mezin bi serokatiyê xwe û şehîdan re bû. Di her kêliyê de bi ruhê Rêbertî reng dida jiyanê. Ji ber ji xwe pêşxistinê hez dikir û weke erkekî ji xwe re didît, her roj xwe perwerde dikir. Her hewil dida ku bîrdoziya Rêber APO baştir nas bike û xwe tê de kûr bike. Heval Ferman gerîlayekî modernîte demokratîk bû. Gerîlayekî ku bi rengekî çalak tevlî şerê serdemê yê gelê şoreşgerî bû û erka diketin ser milê xwe bi serketî pêk anî."

DEWLETA DAGIRKER LI HEFTANÎN LI BIN KET

Dema ku hevdîtin bi Şehîd Ferman re çêbû û me jê xwest nêrînên wî derbarê berxwedana Cenga Heftanînê bîne ziman. Wî jî wiha gotibû: "Niha di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime. Her tişt ne weke ku dewleta Tirk di çapemeniya xwe de nîşan dide. Rastî cuda ye. Ji ber em bi xwe di nav berxwedanê de cih digrin hinek rastî hene ku mirov bîne ser ziman. Dewleta dagirker di çapemeniya xwe şerekî taybet dide meşandin, lê ev ne raste. Dewleta dagirker bi vê operasyonê re xwe wekî serketî nîşan da, lê rastiya xwe ne wisa ye. Dewleta dagirker li Heftanînê binketî û dişkê."

GERÎLA DI ÇEPERAN DE YE

Berxwedana Cenga Heftanîn xwedî rengekî cuda ye, dema ku qehremanên tê da cih digrin qala wê dikin. Di nava axaftinên Şehîd Ferman de berxwedana gerîla wiha hatibû ser ziman: "Li her derê ku hewil didin pêşbikevin rastî berxwedana gerîla ya dîrokî hatine. Bila raya giştî bizanibe ku heya niha gerîla ti çeperên xwe bernedaye û wê bernede. Hatina Heftanîn wê ne rehet be ji wan re. Ev bihuşta Kurdistanê ye, wê bibe dojeha wan û wê tê de biqelin. Ew leşkerên ku hatine û li ser wan giran bi cih bûne nikarin rehet tevbigerin û dibin hedefên me. Raste niha çend gir girtine, lê gerîla ji wan giran venekşiyaye. Li derdora wan in, çep lêdixin rast dizivirin. Gerîla çeperên xwe diparêze. Dewleta Tirk ne li benda vê rewşê bû. Despêkê pir rehet tevdigerîn. Bi teknîka xwe bawer bûn. Lê piştî ku ji gerîla derb xwerin êdî ketin nava psîkolojiyeke ne rehet. Kengî wê gerîla li wan bide ne diyare."

ARMANC KURD Ê AZAD E

Berxwedana Cenga Heftanînê bandora xwe li gelê Kurdistanê kir û hestên welatparêziyê li dijî dagirkeriyê bi hêz kir. Ferman Memyan jî wiha bang li gelê Kurdistanê kiribû: "Banga min ji bo gelê Kurdistanê; çawa ku gerîla li çiyê destanên qehremaniyê raber dikin, pêwîst gel jî gerîla temam bike û li hember vê faşîzmê bisekine. Ji ber her kes dewleta dagirker nas dike ku hemû gelê Kurdistanê ji bo wan hedef in, bi taybetî Kurdên azad hedefa sereke ne. Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne. Li her qadên Kurdistanê êrîş hene û sivîlan dikin hedef, ango hedefa wan ne tenê gerîla ye, hemû Kurdên azad ji bo wan hedef in. Em fedayiyê gelê xwe ne, li her aliyên Kurdistanê em hazirin berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Çawa me heya niha parastin em ê her biparêzin. Em teqez dikin ku em ê dewleta dagirker a Tirk li Heftanînê û li tevahiya Kurdistanê li bin bixînin."

Ferman Memyan xwedî cihekî diyar bû di berxwedana Cenga Heftanînê de. Bi hebûna xwe bû mertalekî ku nayê şikandin li hemberî dagirkeriyê. Bi tevahî hêza xwe beşdarî vê cengê bû û heya kêliya dawî ji bo parastina axa Kurdistanê bi rihekî fedayî tevdigeriya. Îro jî hevrêyên wî yên di cengê de ne li ser şopa wî dimeşin û soza dane ku ala serketinê ya bi xwîna şehîdan hatiye bi dest xistin bernedin û bighînin lutkeyê.