Ji bo operasyonê li 40 gundan derketina derve hate qedexekirin

Li 30 gund û taxên navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, di çarçoveya amadekariya operasyona leşkerî de derketina derve hate qedexekirin.

Artêşa Tirk, ku derbên giran ji hêzên gerîla dixwe, dorê li gundan digire û dixwaze gundan ji mirovan xalî bike. Piştî Licê û Pasûrê, li 30 gundên Dara Hênê jî derketina derve hate qedexekirin.

Gundên derketina derve li wan hatiye qedexekirin:

Gundên Kazancik, Açikalin, Olgûnlar, Koklu, Buyukçag, Gumuşlu, Yûvali, Aslancik, Uzumcuk, Kîrîşlî, Hasenan, Taşkapi, Mezraa, Varvûsen, Coşkûnlar, Mezra, Yolçati, Kaynakli, Toklû, Akpinar, Herkîr, Kayacik, Yureklî, Doganlar, Karzel, Kaygisiz, Kaymaz, Sevîmlî, Saggoze û Yenîce.

LI 10 GUNDÊN PASÛRÊ DERKETINA DERVE HATE QEDEXEKIRIN

Di çarçoveya heman operasyonê de li 10 gundên navçeya Pasûr a Amedê jî derketina derve hate qedexekirin. Gundên navborî ev in: Cixsê, Xirûc, Tiyaks, Aqetîn, Kuyê, Gavgas, Gomak, Deyas, Zara û Herta.