Ji bo mîtînga Amedê bang: Ji bo azadiyê em bicivin!

Namzetên HDP’ê ji bo mîtînga Amedê ya 20’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê pêk were banga beşdarbûnê kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê wê di 20’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê (Qada 5’ê Hezîranê) mîtîngekê li dar bixe. Mîtîng wê saet 18:00’an dest pê bike. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik û namzetên HDP’ê yên Amedê wê biaxivin. Li aliyê din wê Mem Ararat û Koma Pel jî derkevin ser dikê. Namzetên HDP’ê yên Amedê banga beşdarbûna mîtîngê li gel kirin.

Namzetê ciwan yê bajêr Dêrsim Dag banga beşdarbûnê li jin û ciwanan kir û wiha got; “Bi coşa ciwanan û bi hêza jinê em berê xwe bidin Qada Îstasyonê”.

Namzetê din jî Mehmet Temîzyuz got ji bo dengê xwe bilind bikin wê li Qada Îstasyonê bin û wiha domand; “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, ji girtiyên siyasî re azadî û ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn em ê li qada mîtîngê bin”.

Namzetê HDP’ê Adnan Selçûk Mizrakli jî ev bang kir; “Me hêrsa xwe, sebra xwe û hesreta xwe kom kiriye û em ê di 24’ê Hezîranê de di sindoqan de nîşan bidin. Lê beriya wê di 20’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê bi hev re ji bo azadî, demokrasî, hemwelatiyê wekhev û aşitiyê em ê bibin baran û bibarin. Bi hev re dema ku em diçin 24’ê Hezîranê em ê li vir bi dengê bilind dibe, bi dengê çengên kevokên spî bibin yek û bibînin.”

‘KURD WÊ YEKÎTIYA XWE NÎŞAN BIDIN’

Namzet Ferda Fahrîoglû jî gotinên Erdogan ya li mîtîna Amedê ku gotibû ‘pirsgirêka Kurd nîne’ bi bîr xist û wiha domand; “Di 24’ê Hezîranê de gelê Amedê wê bi çûyina ser sindoqan re û wê bibêjin ‘li Amedê ne AKP û ne jî cihê Erdogan heye’. Em ê navê wan weke navê tabeleyê bihêlin. Roja 20’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê li cihê ku Erdogan lê axivî mîtînga me ya mezin heye. Em ê yekîtiya gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê bidin”.