Ji bo mexdûrên lêhiya Wanê kampanya alîkariyê

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî di nav de 9 yekbûyî ji bo navçeyên ku ber lêhiyê ketine û mexdûr bûne, kampanya alîkariyê dan destpêkirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo navçeyên ku ji ber lêhiyê ziyan pêgehiştine dest bi kampanyayeke ya alîkariyê kir. Ji bo navçeyên Elbak, Peyîzava, Ebex û Qelqeliyê bi giştî 7 navçeyên ji ber lêhiyê bandor bûne 7 kamyon alîkariya xorek û bicihbûnê kirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî di nav de 9 yekbûyî di kampanyayê de cih girtin. Serokê Odeya Mîmarên Avahîsaziyê ya Wanê (ÎMO) Firat Dûrmaz ê di nava şandeya alîkariyê de cih girt, diyar kir ku ji bo karesatên nû pêk neyên, divê tavilê ewlekarî bên girtin.

Dûrmaz anî ziman ku divê bi lezgîn cihê lêhî lê dane, weke herêmên afadê bên îlankirin û malên ziyan berketine jî bên çêkirin. Dûrmaz diyar kir ku li gorî qanûnan cihê weke herêmek afadê bê îlankirin, divê hinek şert hebin, niha cihên ku lêhî lê rabûne, wan şert û mercan li xwe digire û got: “Carekî din karesata lêhiyê li vir rabe, dibe ziyanên mezintir bi xwe re bîne. Ji ber van sedeman divê ev herêmê herêmên afadê bê îlankirin. Divê tavilê ewlekarî bê girtin. Plana çalakiya lezgîn a bê amadekirin. Malên welatiyan ên hilweşiyane û dîsa oxirên hilweşiyayî bên çêkirin.Welatiyên ku lawirên wan telefbûne, lawirên wan bên dayîn. Tişekî din cihên ku lêhî lê rabûne avahiyên hatine çêkirin, divê cihê wan bên guhertin. Em ê TMMOB bibin şopdarên karê bên kirin.”