Ji bo malbat biçin pêşiya HDP'ê zexteke giran li wan tê kirin

Polîsan li Bazîdê avêtin ser mala malbateke ku zarokê wan li çiyê ye û zext li malbatê kirin ku biçin pêşiya avahiya HDP'ê ya bajarê Amedê.

Polîsan doh bi şev avêtin ser mala malbata Seferoglû ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê. Polîsan zext li malbatê kirin ku biçin ber avahiya HDP'ê ya Amedê.

Dayik Yildiz Seferolgû diyar kir ku doh bi şev saet di 23:00 de mala wan bi wesayitên zirxî hate dorpêçkirin û got, "Piştî ku dorpêç kirin anonsa 'teslîm bibin' bang kirin. Min ji laçika spî ya li ser serê xwe ji paceyê dirêj kir. Piştre em bi pîxwazî derketin derve. Bi saetan li nava malê geriyan. Ji me re gotin, 'Îxbar kirin ku PKK'î li malê hene'. Min jî ji wan re got ku derew kirine. Pirsîn ku zarokê me çima li nava refên PKK'ê ye. Min jî got ew bi biryara xwe çû. Piştre qala malbatên li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştinî kirin. Gotin, 'Hûn malbatên li pêşiya HDP'ê nabînin? Binerin ew digihêjin zarokên xwe. Dewlet hembêza xwe li her kesî vedike. Eger tu jî biçe pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê em ê bi her rengî piştgiriya we bikin. Ji bo anîna zarokê xweh ewl bide qanih bike'. Min jî ji wan re got, ez ê tiştekî wiha nekim."