'Ji bo Kurdan wezîfeya herî girîng a sala 2023'an, yekîtiya neteweyî ye'

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û ji bo yekîtiya neteweyî bang li hêzên Kurd kir. Gulpî peymana Sykes-Pîcot bi bîr xist û ji bo yekîtiya neteweyî got, "Wezîfeya herî girîng a sala 2023'an e."

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Fayiq Gulpî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ya li dijî PKK’ê û diyaloga neteweyî ya nava hêzên Kurdî ji ANF’ê re axivî.

Siyasetmedar Fayiq Gulpî bal kişande ser pozîsyona dewleta Tirk ya li Herêmê û bi taybetî êrîşkariya li ser Başûrê Kurdistanê û got: "Bêguman Tirkiye wek dewleteke faşîst a li Rojhilata Navîn, di mijara çareserkirina pirsgirêkên ku bi pêkhateyên herêmê çi li hundur û çi jî li derve dijî de, bi rêbazê leşkerî û ewlekariyê bawer dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û demokratîk bawer nake. Lewma êrîşî her deverê dike. Bi rêya parlamentê ku derfet dide li derveyî sînorên xwe operasyonan bike vê yekê pêk tîne. Li welatên din parlement pêşî li artêşên xwe digrin ku li derveyî welat operasyonan nekin. Lê mixabin artêşa Tirk bi rêya parlamentê destûr digre ku li Lîbya, Sûriye, Azerbaycan, Herêma Kurdistan û Iraqê operasyonên leşkerî pêk bîne."

'AKAR JI BO ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ DAXWAZA ALÎKARIYÊ KIR'

Gulpî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar a li Iraq û Başûrê Kurdistanê nirxand û wiha axivî, "Hûlûsî Akar hatibû vê derê ku van siyasetên Tirkiyê pêk bîne ji hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê xwestibû ku ji bo tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê a li Qendîlê, lêdana Şengalê û hwd. alîkariyê bidin. Ya me di ragihandinan de dîtî, raste ku behsa wê kirin, lê di pratîkê de ne hikumeta Iraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê ti bersivek nedane û erê nekirine. Ji ber wê Tirkiye û Erdogan daxuyaniyan dide, ew daxuyanî li dijî Iraq, herêma Kurdistan û gelê Kurd in. Ew daxuyanî ji bo razîkirina netewperestên Tirk e, ango eger serdana Akar ne li gorî dilê wan be, ew ê bi xwe bi tenê wê siyasetê pêk bîne. Di heman demê de pêwîste neyê ji bîrkirin ku ew teqînên li Bexda çêbûn, hemû agahiyên derbarê wan eşkere kirin ku yên xwekuj ji Tirkiyeyê hatibûn, Tirkiye ew li hemberî Iraqê pêk anî. Ji ber ku Iraqê bersiveke wî nebû bide Hûlûsî Akar. Bi rastî jî ev siyasetên Tirkiyeyê ku di wê baweriyê de me Iraq a niha heyî wana pêk nayîne."

Gulpî diyar kir ku rewşa Herêma Kurdistanê û bi taybetî ya PDK’ê xirabe û wiha pê de çû: “Li gorî cihên din rewşa hikumeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê ji her alî ve xirab e. Wate eger berê nerazîbûnên li hemberî siyasetên PDK’ê hebûya li herêmên Soran, Silêmanî û Kerkûkê zêde hebû, lê niha nerazîbûn li herêma Behdînanê zêdetir e. Ji ber ku nêzî 50 kes destgîrkirine. Berê kelh û piştevaniya PDK’ê herêma Behdînanê bû, lê niha heman cih pir li dijî PDK’ê ye. Dibe ku bibe cihek ya ji bo rûxandina PDK’ê. Ji ber vê rewşa PDK’ê li herêma Behdînanê xirab e, ji xwe li herêmên Silêmanî, Kerkûk û hwd. jî qet baş nebûye. Di heman demê de pirsgirêkeke din jî heye. Pirsgirêkeke wî yê mezin a bi Iraqê re heye ku ew jî ji ber Tirkiyeyê ango mijara petrolê û peymana 50 sale ya wê çêbûye ye. Pirsgirêkeke din jî ya bi gel re heye. Niha ew desthilata Herêma Kurdistanê ne, serokê encûmena wezîran, serokê herêma Kurdistanê û piraniya fraksyonên herêma Kurdistanê di destê PDK’ê de ye. Gel bê mûçe ye… heta bêjî pirsgirêkên PDK’ê hene."

'POLÎTÎKAYA HEYÎ YA DEWLETA TIRK MÎNA KANSERÊ YE'

Gulpî îşaret bi hevkariya PDK û dewleta Tirk ya ji bo şerê li dijî PKK’ê kir û ragihand: "Di vê demê de eger hez bike jî nikare bi artêşa Tirkiyeyê û Iraqê re PKK’ê tune bikin û dizane ku şerekî bi vî rengî dibe ku bibe sedema rûxîna PDK’ê bi xwe. Divê em wek neteweya Kurd bizanin ku ev siyaseta niha ya delweta Tirk bi rê ve dibe di nava bedena mirovatiyê de mîna penceşêrekê ye. Pêwîste em hemû wek gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, demokrasîxwazên cîhanê, Ewropa û cihên din hewl bidin ku vê penceşêrê ku hevpemaniya AKP-MHP ya ji bedena mirovatiyê biavêjin. Di vê baweriyê de me ku di hilbijartinên dema bê de rewşa wiha bibe ango AKP-MHP di hilbijartinan de wenda bikin û ew siyaseta faşîst ku çendîn salin ku li Tirkiyê tê rêvebirin bi dawî bibe. Ger ku wisa nebe jî ango eger Tirkiye karekî ehmeqane bike, êrîşî Şengalê yan cihekî din bike jî, dibe ku bibe sedema şerekî ku tunebûna Tirkiyeyê nêzîk bike û negihîje hilbijartinan. Ji ber ku çi bixwazîn yan nexwazin, biryara Emerîka li vê derê girînge, Emerîka siyaseta Tirkiyê qebûl nake û li dijî wê ye. Trûmp bi Tirkiyê re bû û li dijî Îranê bû. Hatina Bîden berevajî wê ye, dibe ku nakokiyên bi Îranê re kêmekî nerm bike, lê eger Tirkiye di mijara kirîna S-400’an de gav bi paşve neavêje û dest ji wan siyasetên ku li hemberî Yewnan, Lîbya, Ermenistan û hwd. ber nede wê nakokiyên bi Tirkiyeyê re hişk bike."

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD DIVÊ PÊK WERE'

Fayiq Gulpî di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser girîngiya Yekîtiya gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Yek ji pirsgirêkên me nebûna yekîtiya Kurdane. Ji bo yekîtiya Kurdan xebateke dîplomasî û lobî pêk nehatiye. Eger em bixwazin Sykes Pîcot ku 2023, Tirkiye gefan dixwe, weke ku zirarekî mezin gihîştibê daxwaza Mûsil, Kerkûk, Heleb û gelek cihan dike vegerîne bin desthilatiya xwe. Ji bo ku em dubare bi heman dîrokê re rû bi rû nemînin divê yekgirtî bin û pêwîste berjewendiyên hizbî û bîrdozî li ser yên neteweyî negirin. Pêwîste ew yekgirtine wer bike ku em xebateke dîplomasî bikin. Mixabin xebatê me yê dîplomasiyê pir lewaze. Tirkiye li dijî Kurd bi berdewamî li her çar parçeyên Kurdistanê û li her deverê xebatê dîplomasî dike. Ji ber vê yekgirtina Kurd û diyarkirina siyaseteke neteweyî ya demokratîk û dîplomasiyeke çalak girîngtirîn xebatê sala 2023’ê ye da ku Sykes Pîcot'eke din dubare nebe."