Ji bo ku telvî bîranîna Mîraçoglu bûn doz vekirin

Doz li çalakiya bîranîna zarokê Kurd Mîraç Mîroglu vekirin, ku Mîroglu Îlonê ji hêla polîsên Tirk ve bi wesayita zirxî li Hezexê hatibû kuştin.


Mîraç Mîroglu ê 7 salî, 3'yê Îlonê li Taxa Turgut Ozel wesayita zirxî ya polîsên Tirk pêlê kiribû û hatibû kuştin.

Ji ber ku rêxistina navçeya Hezexê ya HDP'ê çalakiya bîranînê ya girseyî li cihê rûdanê organîze kiribû, dewleta Tirk doz li çalakiyê vekir.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas û stranbêjê MKM'ê Abdullah Ayav ji bo ku tevlî çalakiyê bûbûn doz li wan hate vekirin. Daxuyaniya bîranînê ji hêla Elfesta Nas ve hatibû xwendin.