Ji bo koşka Erdogan qira sirûştê tînin

Bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan li Xelatê ji bo ‘înşeata Serokkomariyê’’ qirra sirûştê tînin.

Serokkomarê Tirk Tayyîb Erdogan par serdana Xelatê ya Bedlîsê kiribû û piştî ku gotibû li Xelatê wê ‘’Koşka Serokkomariyê were çêkirin’’ meha bihurî înşeatê dest pê kir. Xebata avakirina ‘’Koşka Serokkomariyê’’ ku li qiraxa Gola Wanê li ser 32 donim erd tê çêkirin, qira sirûştê tîne. Darên li qiraxa golê ji ra têne hilqetandin, xîzên li peravê têne tinekirin.

Koşka Serokkomariya Tirk bi çarçoweya politikaya asîmîlasyonê tê avakirin.

ÎNŞEATÊ BI DIZÎKA ÇÊDIKIN

Xebatên avakirina koşkê Nîsanê dest pê kir û armanc ew e ku Tebaxê were qedandin. Bi dizîka koşk tê çêkirin. Gelek karkerên ku di avakirina koşkê de dixebitin bi hinceta ku wêne girtine ji kar hatin derêxistin. Koşk hem li ser bejahiyê û hem jî li ser golê tê avakirin. Ji bo ku înşeta ji der ve neye dîtin û wêneyê wê neye girtin derdora wê hatiye girtin.

Li Xelatê ku ti hilberîn lê tine û rêjeya bêkariyê 80 ji 100’î ye, ji ber Koşka Erdogan ku bi milyonan lîre wê lê biçin, gel ne razî ye. Xelatî dibêjin ji ber bêkariyê gel ji Xelat û Bedlîsê direve, ew li şuna köşk û serayan kar dixwazin.