Ji bo gora Seîdî Kurdî wê serî li DMME’yê bê dayîn

Baroya Rihayê biryar da ku di derbarê cihê gora Seîdî Kurdî de dozê bibin DMME’yê.

Serokatiya Baroya Rihayê têkildarî doza ji bo hînbûna cihê gora Seîdî Kurdî ango Seîdî Nursî vekiribû de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li avahiya Baroyê pêk hat. Gelek parêzerên endamên baroyê tevlê civînê bûn. Ji parêzerên dosyeya dozê dişopîne Nurullah Kuçukoglu daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo cenazeye Kurdî yê windayî were dîtin serî li Walîtiya Rihayê dane û tevî serlêdana wan jî walîtiyê ji wan re ragihandiye ku der barê agahî û belgeyên cenaze de tu agahî di destê wan de nîne.

Kuçukoglu da zanîn ku doza wan di sala 2019’an de li Dadgeha Rihayê bo dîtina cenaze vekiribûn, ji aliyê dadgehê ve serlêdana wan hatiye redkirin. Kuçukoglu anî ziman ku windakirin û nedîtina cenaze sûcê li dijî mirovahiyê ye û ew ê li dijî biryara Dadgeha Rihayê û Dadgeha Îstînafê ku serlêdana wan red kiriye dê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û wê doza xwe bişopînin.