Ji bo Gokhan Taşyakan merasîma leşkerî

Li Tabûra Şehîd Bedreddîn Akdenîz a Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî ji bo Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. TKP/ML, TÎKKO, MLKP, TKEP/L, MLSBP, IRPGF û YPG beşdarî merasîmê bûn.

Li ser navê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Îmera Fera Yeşîlgoz got, “Fermandar Ûlaş Adali ji bo berpirsyariyên şoreşgeriyê bi cih bîne, bi hemû hebûna xwe beşdarî şoreşê bû. Di her kêlîka jiyana xwe de ji bo rizgarî û azadiya karker û gelên bindest xebitî.”

‘EM ALAYA AZADIYÊ BILIND BIKIN’

Yeşîlgoz got, “Her şervanên Hêzên Azadiyê divê êrîşî kozikên dijmin bike û ji yekîtiya têkoşîna şoreşgerî ya karker û bindestan bawer bike. Em bang li hemû gel, jin û karker û ciwanan dikin ku xwe ji pergalê qut bikin û alaya azadiyê bilind bikin.

Em sozê didin fermandar, em ê nêzbûna şoreşê hîs bikin û em ê xwe ji pergalê qut bikin û nasnameya komunîst bi awayekî serkeftî ava bikin.”

‘EM Ê XEWN Û XEYALÊN WÎ BI CIH BÎNIN’

Li ser navê Partiya Komunarên Şoreşger, Mûstafa Sûphî jî got ku, “Ew mîlîtanê xeta berxwedanê ya dîrokî bû, ji Geziyê heta Kobanê şer kir, bû pêşeng û fermandarê vî şerî.

Em ê tevgera şoreşger a yekbûyî xurttir bikin û em ê xewn û xeyalên hevrêyê xwe bi cih bînin.”