Ji bo girtiyên Behdînanê banga ‘Dengê xwe bilind bikin’ hate kirin

Aktivîstên Kampanya Piştevaniya bi Girtiyên Behdînanê re got: “Ji bo girtiyên Behdînanê bang; divê her kes dengê xwe bilind bike.”

Rûniştin adoza Mestûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêewan Etah Emîn ên aktivîstên li Behdînanê hatine girtin, taloqî 20’ê Cotmehê hate kirin.

Li dijî taloqbûna rûniştinê aktivîstên Kampanya Piştevaniya bi Girtiyên Behdînanê re çalakî kirin. Çalakvan û xizmên girtiyan ên li Hewlêr, Silêmanî, Germiyan, Çemçemal, Koye û Helebçe û navçeyên din kom bûn, banga piştevaniyê kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Kampanyaya Hevdengiyê ya bi Girtiyên Behdînanê de hatî belavkirin de hate gotin; “Rewşa tendirustiyê ya girtiyan gelek xirabe. Divê hemû xelkê Herêma Kurdistanê bizanin ku rojnamevanên Behdînanê ji bo ku daxwaza mafê me hemûyan kirine, niha dibin çavan dene.  Ji bo wê pêwîste he kes dengê xwe bilind bike û xwedî li girtiyan derkevin. Di van deman de ku hemû partî ji bo hilbijartinan daxwaza dengan dikin, carek din danişîna girtiyan hate taloqkirin. Bê yî ku rewşa girtiyan berçavan bigrin, danişînê paşxistin, ji ber ku rewşa hinek girtiyan gelek xirabe.”

Xizmên Girtiyên Behdînanê li ber derê Dadgeha Hewlêrê gotin; “Sedam Hisên jî vê zilmê nekir, emê jî li ser sindoqên hilbijartinê êşê biwan bidin kêşandin.”

Dihat payîn îro li Dadgeha Hewlêrê 4 atkivîstên Behdînanê Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha emîn bihatiban dadgehkirin. Lê Danişîna Dozê carek din taloqî 20’ê Cotmehê hate kirin.

Malbatên aktivîst û rojnamevanên Behdînanê ên ji aliyê PDK’ê ve têne girtin dijî taloqkirina danişînê nerazîbûna xwe nîşandan.

Li ber derê Dadgeha Hewlêrê xizmên girtiyan axivîn. Tengezar Eyub ku bi xwe birayê Bendewar Eyub ê niha girtiye, axivî. Tengezar got ku ev 14 mehe danişîna doza xizmên wan tê taloqkirin, Sedam Hisên jî bi wê dîktatoriya xwe bi vî awayî danişînan taloq nekir. Tengazer di dewama axaftina xwe de got; “Ev demek dirêje doz nehatiye zelalkirin, ev pêvajo gelek dirêj bû. Emê rojekê hemû ji Dihokê werin berderê dadgehê. Êdî bese, kêr gihişt hestî.”

Xizmek din ê girtiyan yê bi navê Şivan Hesen jî got; “Desthilat îro me di êşîne, emê jî sibe li ser sindoqan êşê bi wan bidin kêşandin.” Li ber derê dadgehê bê navber dirûşmeyên ‘Azadî Azadî’ hate qêrîn.