Ji bo gerîlaya YJA Starê şîn hate danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Ayşe Dagdelen (Nalîn Dilgeş Çiya) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Wêranşarê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Ayşe Dagdelen (Nalîn Dilgeş Çiya) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Wêranşarê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Ayşe Dagdelen (Nalîn Dilgeş Çiya) ku 5'ê Mijdara 2019'an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, li mala malbatê ya li navçeya Wêranşarê ya Rihayê şîn hate danîn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên komeleya Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Axa Qedîm Winda kirine re (KATDER), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr tevlî serdana sersaxiyê bûn.
Parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan, piştî rêzgirtinê û xwendina duayan axivî û ev tişt gotin, “Ji bo ku ev êş bi dawî bibin, em têdikoş in. Şîn di çand û kevneşopiya Kurdan de xwedî ciheke girîng e. Li vir mirov êş dikişînin, lê li derve bi sedan polîs ketine rêzê.” Ocalan nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da.
Omer Ocalan, anî ziman ku ew ji bo aştiyeke birûmet têdikoş in û wiha domand, “Weke ku hûn jî dizanin, di dema dawî de em çûn dîtina Birêz Ocalan. Birêz Ocalan got , ‘Ez ji aştî û çareseriyê re amade me.’ Gelek xwîn rijiya. Divê ev êş di zûtirîn demê de bi dawî bibin. Astengkirina şînê ne rast e. Divê ev pirsgirêk bê fêhmkirin. Gelê me ti carî înkar û asîmîlasyonê qebûl nekiriye û wê qebûl neke. Ji bo vê jî girîng e ku destê aştiyê yê ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye dirêjkirin, bê girtin. Kurd bi kuştinê naqedin. Weke Kurd divê em destê aştiyê xurt bikin. Beriya ku roj derbas bibe divê bersiv ji vê daxwaza aştiyê re bê dayîn. Îro li vir şîn heye, dibe ku rojek din li malên din şîn hebe. Divê ev neyê qebûlkirin. Pêwîste di zûtirîn demê de bi muxatabên aştiyê re bê axaftin."
Axaftin bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Malbat wê 3 rojan sersaxiyan qebûl bike.