Ji bo gel û welatê xwe li refên herî pêş şer kir

Warşîn Avaşîn ji bo gel û welatê xwe şer kir, ji bo parastina wan li ber her cûreyên zordariyê rabû û li pey xwe şopeke kûr hişt.

Warşîn heta nefesa xwe ya dawî li pey rastiyê beziya, bû şervanek ku jiyana xwe diyarî başiya mirovahiyê û azadiyê kir.

Di temenê ciwantiyê de li keleha berxwedan û welatparêziyê ya Kurdistanê ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Di hevpevyîneke xwe de wiha qala pêvajoya xwe ya tevlîbûnê dikir: "Hevrêyên min ên ciwan û xizmên min tevlî nava refên gerîla dibû. Min dibihîst ku hûn ji wan şehîd bûne û vê yekê bandor li min dikir. Leşkeri polîs, sîstem û siyasetmedarên dijmin gelê Kurd reş dikirin, zexta psîkolojîk dikirin.

Di dema ku jê re pêvajoya çareseriyê dihate gotin, hevdîtina Rêber Apo a bi parêzeran re çêdibû. Rêber Apo di hevdîtinekê de ji heyetê re got, 'Em bi rêyên qanûnî naxebitin, ne belgeyeke fermî heye ne jî îmzeyek. Lewma eger sibe maseyê biqelibînin wê ceza li me hemûyan bibirin." Van gotinan bandoreke mezin li min kir û min biryar da ku tevlî nava refên tevgerê bibim. Sala 2014'an tevlî gerîla bûm."

SOZ DA HEVRÊYÊN XWE

Hevrê Warşîn ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûye nas dikim. Di bihara 2015'an de li qada leşkerî hate wezîfedarkirin. Bi xwestek û hezkirinê, bi berpirsyarî tevlî kar dibû. Tevî ku ciwan bû gelekî têgihiştî, bi coş, bi moral, enerjîk, rûyê wê li ken bû û bandor li me hemûyan dikir. Gelekî çalak bû, ranediwestiya. Mîna çemekî diherikî û berpirsyariyên xwe pêk danî.

Di 20'ê Nîsana 2019'an de em bi hev re bi rê ket û piştî rojekê ji hev qut bûn. Piştî 11 mehan di Adara 2020'an de me li Heftanînê hev dîtin. Zindîbûn û performansa wê dewam dikir. Her wiha tevlî perwerdeyê bûbû, hîn bêhtir zane bûbû. Hinekî jî mezin bûbû. Xeyala wê ew bû ku Rêber Apo bibîne û li Amedê gerîlatiyê bike.

Di şeva 16 û 17'ê Hezîranê de artêşa çete ya dewleta Tirk a faşîst êriş bir ser Heftanînê. Di vê operasyonê de hêza wan a esasî teknîk bû. Kontra, çete û cerdevan dida pêşiya xwe. Ne dil ne jî wêrekiya wan hebû ku li dijî gerîla karibi şer bikin.

Di roja destpêkê ya operasyonê de du jinên ciwan Warşîn û Zeryan li girê Şehîd Berîvan bi çeka koçka sê rojan li dijî dijmin şer kirin. Piştre li girê Şehîd Dersim li qada Şeşdarayê li dijî dijmin şer kirin. Di 25'ê Hezîranê de hevala Zeryan a bi lehengî şer kir şehîd bû. Wê demê Warşîn soza hilanîna tola wê da. Soz da ku wê xwîna hevrêyên xwe li erdê nehêle.

DI 8'E TEBAXÊ DE ŞEHÎD BÛ

Beriya her kesî berê xwe da eniyê. Ji bo parastina gel û welatê xwe li ber her zor û zehmetiyê rabû. Herî dawî di 27'ê Hezîranê de li Heftanînê ji Pirbila Şikeftinê me xatir ji hev xwest. Beriya ku biçe rojnivîska xwe da. Ji min xwest ku li rûpelên vala mane binivîsînim. Lê belê 2 roj beriya şehadeta hevala Warşîn di 6'ê Tebaxa 2020'an de min li lênûska hevala arşîn nivîsî. Mîna ku xatirxwestina dawî bû piştî 2 rojan şehîd bû.

Min nûçeya nebixêr a giran ji cîhazê bihîst. Roja 53'an a operasyonê bû. 8'ê Tebaxa 2020'an salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê. Cih Heftanîn, Pirbîla.

Dijmin mîna her carê dîsa bi serkêşiya xayinan ber bi qada hevalan ve dihat. Warşîn bi tena serê xwe xayin pêşwazî kir û bi lehengî şer kir. Heta ku hevrêyên wê xwe amade kirin şer kir û tevlî karwanê şehîdên Cenga Heftanînê bû. Bû şehîda leheng a 35'an a Cenga Heftanînê.