Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin.
Cenazeyê Evîn Goyî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî.
Piştre jî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin. Cenazeyê Goyî bi konvoyeke ji sedan wesayitî gihandin Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê.
Li şehîdgehê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Cenaze wê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr bê veşartin.