‘Ji bo êşa malbatan zêde bikin êşkenceyê li cenazeyan dikin’

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser cenaze û goristanan got ku, “Ji bo êşa malbatan zêde bikin, êşkenceyê li cenazeyan dikin.”

Êrîş û êşkenceyên dewleta Tirk a li dijî goristan û cenazeyên Kurdan didome. Ji cenazeyên Saziya Tipa Edlî bigire heta cenazeyan, ji dayîna xwînê ya ji bo testa DNA’yê heta malbatên ku nikarin cenazeyên zarokên xwe werbigirin, zilma dewleta Tirk didome. Di heman demê de bi hefteyan cenazeyê gerîlayan li serê çiyan tê hiştin û ev jî aliyekî din ê ablûkaya vê zilmê ye.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag derbarê êrîşên li ser cenaze û goristanan axivî. Karadag diyar kir ku malbat bi mehan carinan bi salan nikarin cenazeyê zarokên xwe werbigirin. Karadag bal kişand ser vî tiştî ku di sala 2019’an de li Licê di şer de yê di navbera gerîlayên HPG’ê û dewleta Tirk de gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ,bi mehan li serê çiyayan hate hiştin û êşkenceyeke psîkolojîk li malbatan hate kirin.

ÊŞKENCE LI CENAZEYAN TÊ KIRIN

Karadag got ku “Di sala 2019’an de li Licê 4 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Di wê germa havînê de 45 rojan ew cenaze li serê wan çiyayan ma. Di wan deman de malbatan serî li saziya me didan. Piştî 45 rojan parlementer, malbat û saziya me ji bo wergirtina cenazeyan çû cihê şer. Jixwe cenaze parçe bûbûn. Me ji ser daran parçeyên cenazeyan wergirt.

Malbatan 45 rojan ew êş kişandin. Êşkenceyên wisa li hemû cenazeyan tê kirin. Êşkenceyên fizîkî li cenazeyan tê kirin û carinan cenazeyan nadin malbatan. Hestiyên zaroka dayika Xalîse xistibûn kabeke plastîk û ji wê re şandibûn. Ev jî cureyekî din ê êşkenceyê ye.”

SAZIYA ME TÊ ASTENGKIRIN

Karadag diyar kir ku malbat dema serî li wan didin ew dibin alîkar û got, “Kesên li ser navê saziya me ji malbatan re dibin alîkar, gelek caran tên astengkirin. Naxwazin ku di dema DNA û wergirtina cenaze de em bi malbatan re bin. Dixwazin malbatê bi tenê bihêlin. Dema ku cenaze tên veşartin ji bo ku endamên saziya me ne bi malbatan re bin, gefan dixwin. Dibêjin heke endamên saziyê bi we re bin em nahêlin hûn cenaze veşêrin.”

GORISTANAN HIM HILDIWEŞÎNIN Û HIM JÎ DIŞEWITÎNIN

Karadag got ku “Malbateke ku zarokê wan li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye, dema diçin gasilxaneyê dibînin ku çavê cenaze hatiye derxistin û hatiye şewitandin. Şûna fîşekan qet tune. Bi çekên kîmyewî qetil kiribûn.

Dema em li êrîşên li ser goristanan jî dinihêrin, em êşkenceyeke psîkolojîk dibînin. Goristan him tên şewitandin û him jî tên hilweşandin. Rojek cejnê goristana li gundê Sîsê ya Licê şewitandibûn. Li hemberî van êşkenceyan hêrsa malbatan zêde dibe. Mirovên ku piçekî xwedî wijdan bin wê van tiştan qebûl nekin.”

VECÎBEYÊN OLÎ TÊN ASTENGKIRIN

Karadag diyar kir ku polîs cenazeyan nade malbatê û li goristana bêkesan vedişêre û got, “Sermesele li Meletiyê di nav goristanê de barakayeke çêkirine, qaşo morg e, hemû cenazeyan dixin kîsikan û li wê derê diavêjin ser hev. Dema encama DNA’yê ya cenazeyekî diyar dibe, pergala cemidandinê vedikin. Wê demê cenaze wekî daran hişk dibin. Ji ber ku pergala cemidandinê çend meh in venekirine û dema ku ji nişka ve vedikin cenaze diqerisin. Jixwe dema ku kurm dikeve cenazeyan ew êşkenceyeke din e. Ev pergal dijminatiyê li cenazeyan dike. Dema ku malbat cenazeyên xwe werdigirin, pêşiya vecîbeyên olî jî tê girtin. Ji şuştina li camiyan bigire heta xwendina diayan û nimêjê. Ev 3 meh in DNA’ya 2 gerîlayên jin ên li Licê jiyana xwe ji dest dane, nayê stendin. Zilm li malbatan tê kirin, hemû serlêdan tê redkirin.”

EM HER DEM BI MALBATAN RE NE

Karadag diyar kir ku ev êşkence ji bo zêdekirina êşa malbatan tê kirin û got “Dixwazin malbat li hemberî wan stûyê xwe xwar bikin. Lê malbatan li hemberî van ne stûyê xwe xwar kirin û ne jî çok danîn. Malbat xwedî li goristan û cenazeyên xwe jî derdikevin. Em sozê didin ku di warê hiqûqî de em ê tu carî malbatan bi tenê nehêlin. Çi dibe bila bibe em ê bi malbatan re bin. Serlêdanên malbatan ji bo me girîng e. Li Êlih, Mêrdîn, Amed, Cizîr, Wan û Çûkûrova, Stenbol û Îzmîrê şaxên me hene. Malbat dikarin biçin van deran serî li saziyên me bidin.”