Ji bo Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê didomin
Ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê didomin.
Ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê didomin.
Serdanên sersaxiyên yên ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) di roja duyemîn de li Mizgefta Ehmedî Hacî Elî ya li Silêmanî tên qebûlkirin.
Di roja duyemîn de jî sersaxiyê saet 10.00 dest pê kir û wê heta saet 16.00'an berdewam bike.
Ji hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî bi komî diçin serdanê û ji malbat, KCK û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.