Ji bo diyalogê Bexdayê sê şert diyar kir

Serokwezîrtiya Iraqê ji bo destpêkirina diyaloga bi Başûrê Kurdistanê re sê şert diyar kir. Di nav şertan de betalkirina referandûmê heye.

Di navbera rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de ji ber referandûma di 25’ê Îlonê de nîqaş didomin. Duh hate diyarkirin ku bi qasidiya Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li Parîsê wê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Barzanî li hev bicivin. Îro jî Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo hevdîtinê sê şert diyar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ji bo destpêkirina diyalogê divê referandûm were betalkirin.

Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê got ku, “Divê referandûma ne li gorî makezagonê were betalkirin” û herêmên wekî Misûl û Kerkûkê hatin qestkirin û hat diyarkirin ku ‘Divê mudaxeleyên li ser van herêman were sekinandin.”