Ji bo dîtina zarokên xwe yên girtî kete ser rê, di qezaya tirafîkê de rehmet kir
Dayika Rahîme Înal ji bo hevdîtina du kurên xwe yên li Saziya Înfazê ya Ceza a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ketibû ser rê, di qezaya trafîkê de rehemt kir.
Dayika Rahîme Înal ji bo hevdîtina du kurên xwe yên li Saziya Înfazê ya Ceza a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ketibû ser rê, di qezaya trafîkê de rehemt kir.
Dayika Rahîme Înal (50) ku ji bo hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de girtî ji bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê çû Wanê, li ser rêya Bedlîs û Wanê qeza kir.
Di qezayê de dayik Înal jiyana xwe ji dest da û keça wê û ajokarê wesayîtê jî bi giranî birîndar bûn.
Cenazeyê Înal rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û keça wê û ajokar jî ji bo dermankirinê rakirin heman nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku wê cenazeyê dayika Înal sibê li goristana Gundikêmelê bê definkirin.