Ji bo dilê dayikên din neşewite; NA
Dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane dibêjin, eger dengê 'NA' bi ser bikeve wê şerê li herêmê girantir bibe. Dayik, ji bo siberojek mirin û şer lê nîne dibêjin 'NA'.
Dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane dibêjin, eger dengê 'NA' bi ser bikeve wê şerê li herêmê girantir bibe. Dayik, ji bo siberojek mirin û şer lê nîne dibêjin 'NA'.
Dayikên ku di şerê 40 salan de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku ew ê ji rejîma şexsekî ya AKP-MHP'ê re di 16'ê Nîsanê de bêjin 'NA'.
Dayik Nezahat Teke bibîr xist, ku di şerê salan de bi hezaran mirovî li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û ragihand, ji bo hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest nedin, ew ê di referandûmê de ji rejîma şexsekî re bêje 'NA'. Nezahat Teke got, "Beriya her tiştî ez bang li Kurdên ku ji bo berjewendiyên xwe yên heyî dane dû desthilatdariya AKP'ê dikim; Dema hûn çûn ser sindoqan guh bidin wijdanê xwe û dengê 'NA' bidin. Weke dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, ji bo mirovên din nemirin em hê jî li kolanan têdikoşin û ji ber vê yekê tên girtin."
Nezahat Teke bibîr xist, ku ji bo dayîna dengê 'NA' bi dehan sedemên wan hene û wiha dewam kir: "Ji ber ku parlamenterên me bi rengekî bêguneh û bêhiqûqî hatin girtin, ji bo welat radestî şexsekî neyê kirin, ji bo şerê li herêmê kûrtir nebe, ji bo dayik cenazeyên parçebûyî yên zarokên xwe hembêz nekin, ji bo mirov neyên kuştin, ji bo Kurd û Tirk di nava aramiyê de bi dilrehetî bijîn, ji bo dawî li grevên birçîbûnê ku bi hefteyan li girtîgehan didome biqedin, ji bo cezayê ji emrê wan zêdetir ji mirovên bêguneh re neyên dayîn em dibêjin NA. Ji bo cenazeyên jinan bi rengekî tazî li kolanan neyên teşhîrkirin em dibêjin NA. Ji bo serê sibehan serdegirtina li malan çênebin û mirov karibin bi dilrehetî razên em dibêjin NA. Dilê me şewitî, ji bo dilê dayikên din neşewite, em dibêjin NA."
Nezahat Teke bal kişand ser gefên rayedarên hikumetê ku dibêjin, 'Eger dengê Erê bi ser nekeve, hingî hûn li tiştên bê serê we bifikirin' û bang li Kurdan kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê NA bidin.
'NA JI ZÎHNIYETA KU CEJNA ME, RENGÊN ME QEDEXE DIKE'
Perîhan Katayil jî ev pirs kir: "Gelo ji bo bedenên hatine parçekirin, gundên hatine şewitandin, zarokên hatine kuştin û mirovên canê wan şewitîne, em ê bêjin 'erê'?" Katayil got, "Li dijî zilma ku li ser axa me tê kirin, tenê tiştek heye ku em ê bêjin. Ew jî; NA ye. Bajarekî me yê nehatiye xerakirin, gundekî me yê nehatiye şewitandin nema. Erdogan keç û xortên me yên ciwan kuşt. Destê xwe dirêjî baweriya me, nirxên me kir. Cejnên me, rengên me jî qedexe kir. Ji ber ê yekê heta dawiyê em dibêjin NA."