‘Ji bo dahatûya Kurdistan û Tirkiyeyê di 17’ê Îlonê de li Amedê’

HDP di çarçoveya çalakiyên “Nobeta Wijdan û Edaletê” de wê di 17’ê Îlonê de li Amedê mîtîngekê li dar bixe.

HDP di çarçoveya çalakiyên “Nobeta Wijdan û Edaletê” de wê di 17’ê Îlonê de li Amedê mîtîngekê li dar bixe. Têkildarî mîtîngê li avahiya HDP’ê ya bajar daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.

Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku ew ê li dijî faşîzmê û ji bo ku 81 milyon kes karibin di nav aştî û wekheviyê bijîn, vê mîtîngê li dar dixin. Gulşen bang li her kesî kir ku tevlî mîtîngê bibin.

Gulşen got ku, “AKP dixwaze bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de welat bi rê ve bibe. AKP li hundir û li derve bi şer û pevçûnê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne.”

JEHRKUJA FAŞÎZMÊ CESARET E

Gulşen diyar kir ku wê di 17’ê Îlonê de peyama jiyana bi hev re bidin û got, “Em careke din diyar dikin ku jehrkuja faşîzmê cesaret e û em her kesî vedixwînin mîtînga di 17’ê Îlonê de. Em nîşanî wan bidin ku em teslîmî faşîzmê nebûne û em hêviya xwe geştir bikin.”