Ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê li Şengalê 5 deqe jiyan sekinî

Ji bo bîranîna şehîd û qurbaniyên fermanê îro li Şengalê ji bo 5 deqeyan jiyan sekinî.

Di salvegera 6'an a Fermana 73'an de îro saet di 10:00 de li her devera Şengalê ji bo 5 deqeyan rêz hate girtin û qurbaniyên fermanê hatin bîranîn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Elyas û endamên meclîsê Bapîr Mîras û Qasim Elyas ji bo bîranîna Şehîd û qurbaniyên fermanê ji ajansa me re axivîn.

Xwedêda Elyas bal kişand ser ser vê rojê û wiha got: "Îro 6'emîn salvegera fermanê ye. Bi boneya vê rojê em li vê derê ne û me 5 deqeyan jiyan dane sekinandin. Em vê rojê di şexsê hemû şehîdên fermanê û hemû qurbaniyê fermanê de bi rêzdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî keda wan ditewînin. Weke tê zanîn îro ji bo civaka Ezidiyan rojeke reş e û rojeke bi êş e. Ji bo cîhana ker û lal jî rojeke şermezariyê ye. Em ê îro bi rêze çalakiyên xwe vê roja reş şermezar dikin."

Elyas da zanîn fermana ku bi serê wan ve hatiye bêbextiyeke pir mezin bû û got, "Kesên ku digotin em ê Şengalê biparêzîn, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê bi plana navneteweyî ketin nava Şengalê çekên xwe kom kirin û bi deh hezaran mirovên me xistin nava destên çeteyên DAÎŞ'ê. Dîsa pêş çavê Cîhana ker û lal 6.500 Êzidî hatin kuştin."

Elyas herî dawî da zanîn ger ku ne ji gerîlayên azadiyê bûya wê Ezidî hemû bihata tine kirin û wiha bang kir, "Hemû Cîhan dizanî kî û kê Êzidî parastin û nehiştin ol û baweriya Ezidiya tine bibe. Ji bo wê heta jiyana gelên me li ser vê axa kevnar hebe wê civaka me Êzidî deyndarê şervanên Rêber Apo be."

Bapîr Mîras jî da zanîn îro ji bo wan hemûyan rojeke reş e û got, " Vê rojê fermaneke pir mezin ji aliyê neyarên me ve li ser ol û baweriya me hat û wiha dewam kir, "Em ê ti caran vê fermana bi destê xayîna li ol baweriya me hatî ji bîr nakin. Ji bo wê îro li her derê li kolan, mal, her ciheke ku miroveke Êzidî hemû li wê derê 5 deqeyan jiyan hate sekinandin."

Mîras di dawiya axaftina xwe wiha got:" Ev roj ji bo me tarîxeke reş e. Lê divê civaka me ji vê rojê dersên mezin derxine. Bersiva li vê rojê jî xwebirêxistinkirin û yekbûna hêza civaka Êzidî ye."

Qasim Elyas jî got, "Di dîroka civaka Êzidiyan de gelek ferman û rojên reş çêbûne. Îro jî yek ji wan roja ye ku em ê di dîroka xwe de ji bîr nekin. Di vê rojê de hezar mirovên me û jin û dayikên me hatin bê qetilkirin. Li ser bîranîna wan em îro 5 deqeyan jiyanê ji bo xwe didin sekinanadin."