Ji bo bîranîna Diyar Xerîb li Silêmaniyê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin -HATE NÛKIRIN

Li Silêmanî bi tevlîbûna sedan welatî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna Endamê Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û du hevalên wî Şahîn û Dewran merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ve dest pê kir. Piştre koma zarokên Germiyan sirûda ku Şehîd Diyar Xerîb jê hez dikir, pêşkêş kirin.

Li ser navê Malbata Xerîb xwîşka wî Lave Xerîb peyama malbatê pêşkêş kir. Di peyamê de ev tişt hate gotin, “Em bi rêzdarî Şehîd Diyar Xerîb û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Rêbaz û têkoşîna heval Helmet, rêya azadiya Kurdistanê ye. Em dixwazin ku her kes li ser rêbazê heval Helmet xebatên xwe bidomînin û rêya azadiyê zêdetir geş bikin.”

Piştî peyama malbatê li ser navê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî dayîka Sara axaftinek pêşkêş kir û got: “Heval Helmet pêşengê şoreşê bû, pêşengê me bû; em soz didin ku heya serketinê û pêkanîna xeyalên heval Helmet, emê rêbaza wî bidomînin.”

Piştre peyama KCK’ê ya bi minasebeta salvegera 2’emîn a şehîdbûna Diyar Xerîb û her du hevalên pê re hate xwendin.

Gelek helbestvanan ku di nava wan de kurê helbestvanê navdar Şêrko Bêkes, Helo Bêkes derketin ser dikê û helbestên ji bo Diyar Xerîb amade kiribûn, pêşkêş kirin.

Piştî helbestan Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên peyamek da. Hisên di peyama xwe de bal kişande ser xeta xiyanet û hevkariyê ya kir ku Endamê Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) şehîd bibe û da zanîn ku ji bo xwedîderketina li bîranîna Diyar Xerîb divê her kes li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê û xeta îxanet û hevkariyê helwesta xwe zelal bike.

Merasîm piştî peyama Hevseroka Tevgera Azadî, bi nîşandayîna sînevîzyona têkildarê jiyan û têkoşîna Diyar Xerîb dewam kir.

Herî dawî merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Helmet namirin” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.