Ji bo bîranîna Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Şengalê merasîmek hat lidarxistin

Li Şengalê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Êzidî merasîmeke bîranînê ji bo Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku ewê berxwedaniyê bigihînin serketinê.

Li bajaroka Xanesor a Şengalê Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê di 40’emîn salvegera şehadeta xwe de bi civînekê hatin bibîranîn. Civîn bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Êzidî pêk hat.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê ya di şexsê şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê destpêkir. Piştre li ser wateya berxwedaniya 14’ê Tîrmehê endama jinên Ciwan Sêvê Şengalî axivî. Sêvê destnîşan kir ku berxwedaniya beriya 40 salan li Zindana Amedê pêş ketî, îro li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û got : “Li wir ruxmê êşkenceya dewleta Tirk berxwedanî heya dawî hate meşandin. Wê berxwedaniyê wisa kir ku îro bi hezaran şoreşger li ser wê xetê bi fikir û ramanên Rêber Apo li berxwe bidin û vê berxwedaniyê bigihînin heya serketinê. Gelê me yê Êzidî ku ev 7 salin ji dema fermanê de bi heman armancê tekoşîna xwe mezin dikin û li pey mafê xwe digerin.”

Şengalî di dewma axaftina xwe de got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê azadîxwaz li pey bidestxistina mafên xwe ne. Em vê berxwedaniya ku niha li Şengalê jî pêş dikeve, ji berxwedaniya Zindana Amedê qut nabînin û emê vê berxwedanê bigihînin heya serketinê.”