Ji bo Başûr û Rojhilat bang li ciwanên welatparêz hate kirin

Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan ji bo hevgirtina Başûr û Rojhilat bang li ciwanan kir.

Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan îro bi daxuyaniyeke nivîskî bang li ciwanên welatparêz kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

‘EM Ê BIRÎNAN BIPÊÇIN’

“Di erdhejê de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dane û gelek mirovên me jî birîndar bûne. Bi sedan mal hilweşiyane û xisar dîtine. Vê êşa gelê Kurd em gelekî xemgîn kiriye. Lê em baş dizanin ku gelê Kurd wê bi çanda xwe ya ku bi hezar salan didome, bi alîkarî û hevgirtinê birînên Başûr û Rojhilat bipêçin.

Em bang li ciwan û jinên ciwan û gelê xwe dikin ku em bi hewara Başûr û Rojhilat ve biçin. Divê ciwanên Kurd di vê roja reş de bi hewara erdhejzedeyan ve biçe û çi ji destê wan tê, teqsîr neke.

‘CIWANÊN WELATPARÊZ WÊHER DEM LI BA GEL BIN’

Wekî ku tê zanîn di demeke nêz de me bi navê ‘Serî Hilde’ me pêngavek dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewrûpayê ciwan daketin qadan. Wê alîkarî û hevgirtina xwedîlêderketina erdhejzedeyên li Başûr û Rojhilat jî di çarçoveya vê pêngavê de be. Wê dost û dijmin bibînin ku ciwanên welatparêz her dem li ba gelê xwe ne. Ji ber vê jî em dibêjin ku xwedîlêderketina gelê me yê li Rojhilat peywira me ya herî şoreşger û mirovî ye.

Em careke din diyar dikin ku em li ba gelê xwe yê Başûr û Rojhilat in û çi ji destê me were, em ê bikin.”