'Ji bo azadiya Rêberê xwe, em ê têkoşîneke bêhempa bimeşînin

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji ber salvegera komploya navneteweyî axivîn û gotin, "Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê têkoşîneke bêhempa bimeşînin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji ber salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî 15'ê Sibatê û têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

Gerîllaya YJA-STAR’ê Arjîn Botan di destpêka axaftina xwe de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Di vê komployê de di serî de dewleta Tirk a dagirker û hemû dewletên dagirker ên navneteweyî li hember Rêbertiya me bûn yek û plan kirin ku Rêbertiya me înfaz bikin yan jî dîl bigirin. Li ser vî esasî Rêbertiya me ji aliyê van hêzên dagirker ve hat dîlgirtin. Çima li dijî Rêbertiya me komplo dane destpêkirin? Jiber ku Rêbertiya me gelê Kurd di wê rewşa ku dijmin bi sedan salan wan weke koleyê xwe didan şixulandin de derxist, hebûna gel lidar xist, kir xwedî statu û hişyar kir. Bi vî awayî gelê Kurd kete ferqa hebûna xwe. Dagirkeran ev tişt qebûl nekirin û Rêbertiya me dîl girtin. Ti carî dagirkeran hebûna gelê Kurd û Rêbertiya xwe qebûl nekirine. Wan hesap dikirin ku ew jî wek çend serhildanên kû di dîroka Kurdistanê de derdiketin yek ji wan be û çend mehan de tasfiye bibe. Lê belê PKK bi saya Rêbertî û şehîdên xwe ev çil sale tekoşîna xwe dimeşîne. Jiber vê heta niha dagirkeran ev rewş hezim nekirine û care yekemîne dewleta Tirk li hember Rêbertiyekî wisa bê çare maye û hatiye astekî wisa ku êdî çekên qedexekirî û kîmyewî roj bi roj li ser qadên gerîla bikar tîne.”

‘DIVÊ HER HER CIWAN Û MÎLÎTANEK XWEDÎ LI RÊBERTÎ DERBIKEVE’

Gerîla Arjîn Botan diyar kir ku her çiqasî Rêberê Gelê Kurd bi fîzîkî hatibe dîlgirtin jî lê ew timî di fikir, mejî û ruh de azade û got: “Rêbertî heta dawiyê jî di bin tecrîda girankirî de ji bo gelê Kurd û hemû gelan li berxwe dide. Hevalên me ji bo komployê bi temamî vala derbixin, ji roja destpêka ku komplo ketiye meriyetê heta roja îro jî bi çalakiyên cur be cur li dora Rêbertî canê xwe dikin xelekeke ji agir û nahêlin komplo bigihêje armanca xwe. Divê wek ciwanekî û milîtanekî azadiyê, her ferdekî Kurd xwedî li Rêbertiya xwe, axa xwe û welatê xwe derbikevin. Rêya ku Rêbertiya me daye pêşiya me li ser wê rêyê bimeşin û heta ku azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe bi dest bixin.”

‘DIJMIN BI KÎJAN AWAYÎ ÊRÎŞ BIKE, NIKARE ENCAM BI DEST BIXE’

Gerîlaya YJA-STAR’ê Roceng Tolhildan jî Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha pêde çû: “Em wek gelê Kurd û gerîlayên HPG û YJA-Starê em jiyaneke bê Serokatî qebûl nakin. Tecrîd tenê li ser Serokatiya me nayê meşandin, di heman deme de li ser tevahiya gelê Kurd tê meşandin. Tecrîda li ser Serok Apo bingeha şerê li ser tevgera azadiya gelê Kurd e jî. Ev tişt ti carî wê pêk neyê. Bila dijmin jî vî tiştî baş bizanibe. Jiber ku ev têkoşîna ku Serok Apo bingehê wê daniye çawa ku heta niha bi salan hatiye wê ji niha û pêde jî wisa berdewam bike. Têkoşîna ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin îspat kiriye ku dijmin bi kîjan awayî êrîş bike bila bike, nikare li hemberî tevgera me serkeftinekê bi dest bixe. Jiber vê dijmin her ku diçe tecrîdê girantir dike. Dîsa herî dawî ji bo sê heyvan cezayê disîplînê li Serokatî birine. Ev dide diyarkirin ku dijmin çiqasî bindikeve û ji bona wê jî bi her rêbazê dixwaze Serokatî bê bandor bike. Helwestên li serê çiyayan û di nava gel de tên diyarkirin nîşan dide ku dijmin her roj vala derdikeve. Niha li herêmên gerîla ewqas demê berxwedanek mezin tê meşandin û rojane şehadetên me jî çêdibin lê dijmin, di her lêdanek gerîla de têk diçe. Em ê îsal teqez serokatiya xwe azad bikin.”

‘ÎSAL SALA AZADIYA SEROK APO YE’

Gerîlaya YJA-Starê Vejîn Zagros got ku roja 15’ê Sibatê ji bo tevahî gelê Kurd rojeke tariye û wiha bilêv kir: “Em di vê rojê de komployê şermezar dikin. Dijmin ev komplo bi awayekî namerdane li ser Serok Apo meşand. Dijmin çiqasî tecrîda li ser Serok Apo girantir bike bila bike em wekî gel û gerîla em ê tekoşîna xwe û çalakiyên xwe mezintir bikin û em ê Serokatî azad bikin. Dijmin bi rêya tecrîda girankirî dixwaze gel û Serokatî ji hev du qut bike. Lê em mêze bikin her çiqas Serokatî di zindanê de dîlgirtî be jî, bi taybetî girêdanbûna ciwanan û ya tevahî gelê Kurd a bi Serokatî re roj bi roj mezintir dibe. Bi taybetî ev du sale ti agahî ji Serokatî nayê girtin û ti hevdîtin bi Serokatî re nayê çêkirin. Plana esasî ya dijmin ew e ku gel ji Serokatî û fikrên Serokatî bêpar bimînin. Bi vî awayî komkujiya liser gelê Kurd dixwazin bi encam bikin. Lê bila herkes bizane ku rastiya gelê Kurd bi her awayî bi Serokatî ve girêdayiye. Em ê bi vîna berxwedana li Zap, Avaşîn û Metîna derketiye holê, tecrîdê bişkînin û em ê Serok Apo azad bikin. Em nahêlin ku Serok Apo saleke din di bin tecrîdê de û dîl girtî bimîne. Îsal salek e ku em bi Serok Apo re azad bijîne. Ez bang dikim ku roj roja tevlîbûna nava refên gerîlaye, roj roja azadkirina Serok apo ye.”

‘WÊ BERXWEDANA SEROK APO Û TEVGERA ME, SERBIKEVE’

Gerîlayê HPG’ê Bextiyar Amed ragihand ku dewletên hegemon ên kureyî bi vê komployê hem xwestin îmhaya gelê Kurd ku bi sedan sale dabûn destpêkirin bi feraseta osmaniyan bidin berdewam kirin hem jî xwestin tevgera azadiyê bi tevahî parçebikin û tasfiye bikin û wiha got: “Di salvegera komploya 25’an de jî di serî dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên hegemon nekarîn bigihêjin armanc û hedefên xwe. Em dikarin bibêjin ku ev komploya ku ewqas hêvî jê dikirin bi berxwedan û pêşî lêgirtina Serok Apo û tevgera azadiyê hat pûçkirin. Dîsa li hemberî komploya navneteweyî hem di warê gel de hem jî di warê gerîla de, têkoşîneke pir xurt hate meşandin. Wekî nimûneya demê jî bi sedan kesan canê xwe kirin topeke ji agir. Di roja meya îro de jî hêj nimûneya wî tiştî heye. Wekî welatparêzê hêja hevalê Weysî yê ji Mêrdînê ji bo tecrîda liser Serokatî were şikandin canê xwe kir topeke ji agir û xwe feda kir. Dîsa helwestên ku gelê me raber dike, dîsa berxwedana ku gerîlayên azadiya Kurdistanê dide meşandin, helbet teqeze ku wê dijmin binbikeve. Wê berxwedana Serok Apo û wê berxwedana tevgera me serbikeve. Em wekî gerîlayên azadiyê îdîa dikin ku em heta ku Serok Apo bi fîzîkî azad nekin û bi wî re jiyan nekin, em yek kêliyê jî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Berovajî wê em ê her ku biçe têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘EM Ê BI ŞIKANDINA KOMPLOYÊ AZADIYA SEROKATÎ Û KURDISTANÊ MÎSOGER BIKIN’

Gerîlayê HPG’ê Rubar Efrîn da zanîn ku ew ê erk û berpirsyartiyên ji bo şikandina komployê, pêk bîne û got: “Em dibêjin bi ruhê şehîdên şoreşa me, em ê bi fedaiyane têbikoşin û li derdora Rêber Apo bibin xelekeke ji agir. Em ruhê fedaiyane yê ku îro li Zap, Avaşîn û Metîna tê meşandin ji xwe re esas digrin. Em soza ku me daye dubare dikin ku em ê komployê tevahî vala derbixînin û em ê Serokatiya xwe azad bikin. Em ê bi şikandina vê plangeriyê azadîya Serok Apo û rizgariya Kurdîstanê mîsoger bikin.”