'Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawiyê têbikoşin'

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê heta dawiyê têbikoşin."

Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn. Gerîlayan diyar kirin ku 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan ji bo wan gelekî girîng û bi wate ye û destnîşan kirin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan wê heta dawiyê têbikoşin. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha axivîn:

RÛKEN CÛDÎ: Em destpêkê 4'ê Nîsanê li gelên bindest, hevalên şehîd û hemû hevalên li zindanan pîroz dikin. Serokatî bi jiyana xwe, bi pratîk û têkoşîna xwe rê û rêbazên jiyana azad bi rengekî zelal nîşanî me hemûyan da. Rêber Apo bi hebûna xwe nîşanî gel da ku çawa dikare li azadiyê vegere. Şerê ku niha tê meşandin jî ji bo jiyaneke azad e, ji bo azadiya fîzîkî ya Serokatî ye. Azadiya Rêber Apo ji bo gelên bindest tê wateya azadiyê. Ji bo pêkanîna vê azadiyê jî, em gerîlayên pispor, bi her awayî em ê têbikoşin. Li ser vê bingehê 4'ê Nîsanê li Rêber Apo û hevalên şehîd hemûyan pîroz dikin. Bê Serok jiyan nabe! Jin, jiyan, azadî!

'JIDAYIKBÛNA RÊBER APO JI BO GELAN BÛ HIŞYARIYEK'

ROJDA ŞEVAL: 4'ê Nîsanê ji bo me rojeke pîroz û girîng e. Rojbûna Rêber Apo roja 4'ê Nîsanê li tevahiya cîhanê pîroz dikin. Jidayikbûna Rêber Apo ji bo gelan hemûyan bû hişyarbûnek. Lewma wateya vê rojê gelek e. Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo, weke gerîlayeke YJA Starê di sala 2021'ê de ji aliyê gerîlatiya profesyonel em ê hîn bêhtir bi rola xwe rabin û bi xurtî tevlî bibin. Em ê xwedî li vê rojê derkevin.

'RÊBER APO MÎNA ROJEKÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN GERM DIKE'

HAYDAR GARZAN: Destpêkê em 4'ê Nîsanê li tevahiya Rojhilata Navîn pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd, ya gelên Rojhilata Navîn e. Rêber Apo gelê Kurd ji xewa bi hezaran salî hişyar kir û rakir ser piyan. Gelê Kurd bi fikir û ramanê Rêber Apo weke gelekî şoreşger, şoreşgertiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Rêber Apo li Rojhilata Navîn mîna rojekê hilat û gelên herêmê germ dike. Gelên Rojhilata Navîn niha bi fikir û ramanê Rêber Apo li dijî zilm, zordarî, koletî û bindestiyê rabûye ser piyan, li ber xwe dide. Di vê rojê de em gerîlayên HPG'ê soza xwe ya dilsoziya bi Rêber Apo re nû dikin û biryara xwe xurt dikin. Li gel vê yekê em ê berxwdana xwe mezin bikin. Weke ku tê zanîn pêngava 'Dem dema azadiyê ye' dewam dike, bi vê wesîleyê em ê pêngavê bilindtir bikin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev a li Rojhilata Navîn em bang li gelan jî dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Pêwîste gelê me hîn bi xurtî tevlî vê têkoşînê bibe. Em rojbûna Rêber Apo careke din li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin.

'TÊKOŞÎNA ME JI BO RIZGARIYA RÊBER APO YA JI ÎMRALIYÊ YE'

BÊRÎTAN RÊNAS AMED: Em di serî de 4'ê Nîsanê li gelên cîhanê û kadroyên PKK'ê pîroz dikin. Bi jidayikbûna Rêber Apo re civak ji nû ve ava bû. Eger em weke gerîlayên YJA Starê cihê xwe di nava vê tevgerê de digirin, bingeha vê yekê ew rojbûn e. Eger em îro li van çiyayan bi rengekî azad dijîn, şer dikin, ev hemû bi saya Rêber Apo ye. Eger rewşa PKK'ê, ya Kurdan û cîhanê gihîştibe vê astê ev hemû bi bûyîna Rêber Apo dest pê kir. Mirov vê rojê çiqasî pênase bike, bîne ser ziman hestê mirovan têrê nake. Rêber Apo di nava 4 dîwaran de ye, lê nayê wê maneyê ku ne azad e. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ne azad be, lê di nava 4 dîwaran de jî be ji aliyê mejî ve Rêber Apo azad e. Têkoşîna me li ser wî esasî ye ku Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar bikin û layiqî rojê bin, xwedî lê derkevin. Xeyalê pir hevalan bû ku vê rojê Rêber Apo bibîne. Wekî hêzên YJA Starê îro li serê van çiyayan têkoşînê dimeşînin ku sala 2021'ê azadiya fîzîkî ya Serokê xwe misoger bikin, bi Serokê xwe re vê rojê pîroz bikin. Biryardariya me ew e ku têkoşîna xwe di vê astê de bilind bikin. Em careke din vê rojê li hevalan hemûyan, li hêzên YJA Star, PKK-PAJK û gelên cîhanê pîroz dikin.