Ji bo Ayten Beçet mewlûd hate dayîn

Ji bo Ayten Beçet a ku li dijî tecrîdê çalakiyeke fedaî kiribû, mewlûd hate dayîn.

Malbata Beçet ji bo keça xwe Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, mewlud da xwendin.

Di bernameya mewlûdê de parlamenterê  HDP'ê Mahmut Togrûl, Siddik Taş, Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, endam û rêveberên HDP'ê yên Dîlok û Rihayê Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tev lê bûn. Ewil Parlamenter Togrûl, Dayik Fatma Beçet û endamên malbate çûn ser goristana Yeşilkentê û gora Beçet ziyaret kirin.  Li ser gora Beçet wêneyê "Ayten Beçet nemir e" daliqandin. Piştî mewlud bi Kurdî xwendin, nameya ku Ayten Beçet li pey xwe hiştibû hate xwendin. Piştre xwarina ku Dayikên Aştiyê amade kiribûn li mêvanan belav kirin. Malbatê diyar kirin ku ji îro şûnde sersaxiyê li malê bidomînin.